Parîs çanda Kurdî re hazir e

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 8 Gulan 2022 - 22:00

  • Festîvala ku wê giraniya xwe bide navenda Parîsê lê wekî din dê çalakî li Ille-de-France jî belav bibin. Saziyên ku festîvalê organîze dikin ev nêzî salekê ye ku dixebitin û dixwazin bi vê festîvalê çanda Kurdistanî bi xelkên ku li Fransayê dijîn bidin naskirin.

SELMA AKKAYA / PARÎS

Konseya Kurd a Demokratîk ya Fransayê (CDK-F), Înstîtuya Lêkolîn û Ramanên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Kurdistanê ya Çand û Huner (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand bi hev re li Parîsê “Festîvala Çand û Hunerê Kurdî” li dar dixin. Festîvala Çand û Hunerê Kurdî, dê di nava 14 û 27´ê Gulanê de bi piştgiriya Şaredariya bajarê mezin a Parîsê, herêma 10 û ya 18’an û her wiha şaredariya Montreuil (93) û Grigny (91) were organîzekirin. Di bernameya îsal a festîvalê de çalakiyên weke muzîk, govend, cûreyên xwarinên Kurdî, sînema, şano û xebatên folklorê hene. 

Festîval wê bi giranî li Parîsê be, lê wekî din dê çalakî li temamê Ille-de-France (herêma Parîs li navendê) jî belav bibin. Saziyên ku festîvalê organîze dikin, ev nêzî salekê ye ku dixebitin û dixwazin bi vê festîvalê çanda Kurdistanî bi xelkên li Fransayê bidin naskirin. Berdevkê karên derve yê CDK-F’ê Agit Polat ku di heman demê de di komîteya amadekar a festîvalê de jî cih digire behsa haziriya festîvalê kir.  

Li Parîsê cara yekem e ku festîvaleke wiha mezin li ser çanda Kurdan tê lidarxistin. Ev fikir çawa derket holê? 

Kurd demeke dirêje li Parîsê dijîn. Mirov dikare bibêje nifşê sêyem yê Kurdan jî li vir hatiye dinyayê. Nexasim nifşê ciwan di navbera du çandan de dimîne û zû bi zû nikare nasnameyekê ji xwe re ava bikin. Em bi awayekî sosyolojîk li ser hin mijaran disekinin û dixwazin derbarê nasname, aîdbûn û çandê de hin çareseriyan bi pêş bixin. Bi vê yekê ve girêdayî em dizanin dê ciwanên Kurd xwe di çalakiyên vê festîvalê, çêtir nas bikin. Her wiha ew ê xwe ji hin tevlîheviyên çandî jî xelas bikin. Li gel ciwanên ku li vir hatine dinyayê, festîval ji bo kesên ku ji hêla çandî ve zehmetî dibînin û hînê jiyana vir nebûne jî dê bibe bêhneke Kurdî. Nexasim jiyana ciwan û van kesên ku entegreyî vir nebûne, bi hin xetereyan re rû bi rû ye. Ji ber wan bi carekê dev ji warê xwe berda û koçî Ewrûpayê kirin. Ji ber hin sedeman mecbûr man pergala xwe ya heyî biterikînin û li vir bi cih bibin. Pêdiviya wan bi çalakiyên çandî û hunerî heye. Em dixwazin nifşên ciwan û nifşê koçber bûye, bînin gel hev û bi riya festîvalê, hevdîtinek xweş pêk bînin.

We hêla hunerî û siyasî çawa anî gel hev û mirov dikare bibêje ku ev festîval di heman demê de xebateke dîplomatîke jî?

Em vê festîvalê bi piştgirya 5 şaredarî, 2 komele û weqfek û înstîtûyekê li dar dixin. Xebateke pirr berfireh e û em gelekî westandin. Heta niha bi qasî 30 civîn ji bo haziriya festîvalê hatin lidarxistin û tenê ev yek nîşan dide ku em karekî pirr cidî dikin. Şaredariya Parîsê li ser 329 billboardan û malpera xwe ya înternetê reklama me dike niha. Yanî mirov dikare bibêje ku di meha Gulanê de li Parîsê rojev a Kurdan e. Gelek kes niha hay ji festîvalê çêdibin û dê beşdarî festîvalê bibin. Bi saya hin kanalên ragihandinê yên Şaradariya Parîsê, em ê çand, huner û wêjeya Kurdî bi kesên biyanî jî bidin naskirin. Heta niha Kurd bi hêla xwe ya siyasî û leşkerî dihatin naskirin lê bi vê festîvalê dê hêla çandî jî nasbikin. Kurd tenê mafê xwe yên siyasî naxwazin, her wiha çandeke wan a qedîm jî heye, em ê behsa vê yekê jî bikin. Bi kurtasî mirov dikare bibêje, festîvala me dê peywireke dîplomasiya çandî bibîne. 

 We bernameyeke xurt hazir kiriye. Her wiha we zarok jî ji bîr nekirine. Dema we bername hazir kir, hûn li çi fikirîn?

Me xwest, bernameya me ji bo her temenî be. Ji lewma, zarokên 7 salî û kesên 70’ê salî jî di van bernameyan de dê xwe bibînin. Komîteya me ya haziriyê, li ser gelek hêlên felsefî, zanyarî û çandî sekinî û li gorî pêdiviyên civaka Kurd nîqaşek bi pêş xist. Di dawiya niqaşan de jî ev bernameya dewlemend derket holê. Helbet di van bernameyan de cihê zarokan jî diviyabû hebûya, ji lewma ew ji bo me mijareke taybet e. Ji bo wan jî bi rêbazên pedagojîk em fikirîn û bi van rêbazan em ê bikin ku çanda Kurdî nas bikin. Heger zarok çanda xwe nas bikin, dikarin li ser vî bingehî ji xwe re riyekê bibînin. Di bernameyê de nexasim ji bo zarokan lîstikên gundewarî, çîrok û atolyeyên rîtmê hene. Her wiha rojên taybet ên zarokan jî dê hebin û di van rojan de çalakiyên govendê û çêkirina resman wê werin lidarxistin.

Bangewaziya we 
ji bo festîvalê çi ye?

Em ji gelê xwe û kesên ku dixwazin çanda Kurdan nas bikin, tikayê dikin ku li vê festîvalê xwedî derkevin. Divê ji malbat, derûdor û hevalên xwe re behsa festîvalê bikin û her kesî teşwîqî çalakiyên hunerî bikin. Ev xebata me li nirxên xelkên me xwedî derdikeve û bi çalakiyên cûr bi cûr behsa çanda Kurdan dike. Heger lê xwedî derkevin, em ê karibin mîrateya Kurd a çandî biparêzin û bidin naskirin. Divê xelkê me, li gel me be û tevlî van çalakiyan bibe û mîsyoneke wiha li xwe bar bike. 

 

 

Bernemayeke ji her kesî re

Di bernameya “Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya Parîsê” de çalakiyên bi vî rengî hene; danasîna cilûbergên Kurdî, dans, meş, konser, lîstik, pêşangeh, nîşandana filman û konser. Her wiha xwarinên Kurdî jî dê werin çêkirin û xelk xwarinên Kurdan jî binasin.

Bernameya festîvalê wiha ye;

14’ê Gulanê; saet 12:00’an de li Place Opera meşa çandî.

15’ê Gulanê; lîstika şanoyê ya “Gul Bê Strî Nabe” a Teatra Arin.

17’ê Gulanê; li Montreuil konsera hunermendên Tev-Çandê.

18’ê Gulanê; Pêşangeha Serdar Mutlu ya “Dayik û Koç”

20’ê Gulanê; Şanoya Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû”

21’ê Gulanê; konsera kolanan, nîşandana filma “Dema Dirîreşkan” yê derhêner Haşim Aydemir û Dîwana Dengbêjan.

25’ê Gulanê; Atolyeya zarokan.

26’ê Gulanê; Panela li ser çanda Kurdî.

27’ê Gulanê; Pêşangeha wêneyan ya Firat Bertî ya bi navê “Li Parîsê rûyên Kurdî”.

28’ê Gulanê; Konser; Şivan Perwer, Ayfer Duzdaş, Diyar Mehravi û Farqîn Azad.

Ji bo têkiliyan lînkên li jêr hatin parvekirin:

https://cdkf.fr/festival-kurde-paris/
info@cdkf.fr 
https://www.facebook.com/festivalkurde 
https://www.facebook.com/festivalkurde

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.