Li bajarê Winterthurê yê girêdayî kantona Zurîchê ya Swîsreyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthurê ve hat organîzekirin. Gelek Kurd û dostên wan tevlî panelê bûn.
Panelîstên ku helbestvan Dilber Hêma jî di nav de bû, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û têkildarî wate û girîngiya zimanê Kurdî semîner dan.
Nivîskar Osman Ozçelîk qala dîroka zimanê Kurdî kir û got, “Divê zimanê Kurdî teqez bibe zimanê perwerdeyê.”
Helbestvan Dilber Hêma jî diyar kir ku asîmîlasyon û otoasîmîlasyona ku zimanê Kurdî pê re rû bi rû ye, ji Pîlana Şark-Islahatê û vir ve dewam dike.
Panel bi helbestên Kurdî yên Dilber Hêma bi dawî bû.
ANF/WINTERTHUR