Nathan Felix: Ez hez dikim muzîk bike ku elaqeyek peyda bibe beramberî Kurdan, bi wê hêviyê ku bîreweriyekê peyda bike li ser şerê wan ê li dijî tepisandinê. Weke hunermendekî ez bi berpirsiyariya xwe ya balbirina ser meseleyên civakî tamijkî dibim.

Kompozîtorê operayê Nathan Felix bi navê Ocalan operayeke odê amade kir. Ji ber ku ji ber pandemiyê nekarî premiyera wê bike, wî qeydiyên wê kirin û 15’ê Cotmehê jî belav kirin. Wî zimanê operayê jî Kurdî tercîh kir. Niha ew operaya xwe dide nasîn û dibêje, Ocalan îfadeya piştgiriyê ye ji bo têkoşîna Kurd. Îlhama xwe girtiye ji xwegirî, berxwedan, û derd û elemên wan.
Nathan Felix bestekarek e ya rastî êdî kompozîtorekî muzîka klasîk e. Ew Emerîkî û Meksîkî ye. Operaya xwe ya dawiyê, ji ber pandemiyê wî nekarî li ser dikê nîşan bide. Ev operaya wî ne yeke berfireh lê yeke bi kêm înstrûman û dengan bû; yanî operayeke odê. Çawa berê me nûçeya wê 23’yê Îlonê weşandibû, wî qeydiyên vê opereya odê li studyoyê kirin û ev operaya bi navê Ocalan 15’ê Cotmehê weşand.
Wî tercih kiriye ku opera bi Kurdî be. Sopranîsta vê operayê, Katrina Saporsantos û stranbêjên Inversion Ensemble Trevor Shaw û Robbie LaBanca tê de cihê xwe digirin. Albûm niha li ser înternetê peyda dibe û kî bi xwaze dikare ji bo daxistinê yan jî ji bo guhdarîkirinê dikare li ser platforên online peyda bike.

Ocalan îfadeya piştgiriyê ye

Li ser weşandina albumê bestekarê operayê Nathan Felix niha daxuyaniyek da. Ew weke sedema hilbijartina Ocalan û metnên wî ji bo operayê dibêje, “Ocalan îfadeya piştgiriyê ye ji bo Têkoşîna Kurd. Îlhama xwe girtiye ji xwegirî, berxwedan, û derd û elemên wan.”
Bi ya wî Tevgera Kurd a Azadiyê bi serokatî û nivîsên Abdullah Ocalan peyda bûye; û ew vê fikra xwe wiha dewam dike: “[Tevgera Kurd] wiha beridî ku ji têkoşîneke ji bo diyarkirina çarenûsa xwe û azadiyê û wêde çû. Êdî ne tenê ji bo dewleteke Kurd a serbixwe şer dike, lê belê ji bo avakirina demokrasiyeke bê dewlet ji bo tevehiya Rojhilata Navîn dixebite, bêyî ku kokên etnîk bibin sedema cudakeriyê. Ev Rojava ye.”

Balê dibe ser tecrîdkirina Ocalan

Kompozîtor Nathan felix behsa tecrîdkirina Ocalan jî dike û dibêje, ew tevî vê jî îlhamê dide Tevgera Azadiyê ya Kurd: “Tevî ku bi dehsalan di tecrîda mutleq de ma, mafên wî yên insanî yên herî sereke hatin binpêkirin jî fikrên Ocalan hê jî îlhamê didin vê tevgerê - ne tenê li Rojava, lê belê li seranserê dinyayê.”

Ji bo bîreweriyê çêke

Di muzîkê de wî tonên qelew bi kar anîne. Ew sedema vê jî wiha rave dike: “Min raçînk û tonên qelew û stûrtir di muzîkê de derxistin pêş da ku hisên ji bo tevgera Kurd radigihînin, wê nîşan didin, bi guhdaran re peyda bikim. Lê di tevgera dawî [ya muzîka operayê] de dildarî û biryardariyeke hêviyê heye di têkoşîna wan a li dijî zilm û tepisandinê de.”
Yanî ew dixwaze bala guhdarên wî biçe ser Kurdan: “Weke bestekarekî ez timî dixwazim ku muzîk bala guhdaran bikişîne ser xwe, lê belê, ez her wiha hez dikim muzîk bike ku elaqeyek peyda bibe beramberî Kurdan, bi wê hêviyê ku bîreweriyekê peyda bike li ser şerê wan ê li dijî tepisandinê û li ser têkoşîna wan a wan bi dehên salan.”

Li dijî tepisandin û cudakeriyê

Bi ya wî hunermend di heman demê de elaqedarî civakê ye û ew bi xwe bi berpirsiyariya xwe ya civakî tamijkî dibe: “Weke hunermendekî ez bi berpirsiyariya xwe ya balbirina ser meseleyên civakî tamijkî dibim; weke meseleyên cudakeriyê yên li dijî civakên marjînalkirî û tepisandî li dewrûbera sînorê başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ez li wan deveran mezin bûm.”

Ji rock-n-rollê ber bi klasîkê ve

Nathan Felix sala 1981’ê hatiye dinê û ew Emerîkî-Meksîkiyek e. Ew muzîkjenekî ku bi operayên xwe yên îmersîf (yên ku dikê radike û guhdar pê temaşekaran dixe nava performansê) û filmên xwe yên ceribandinê tê nasîn. 
Beriya pandemiyê, Nathan Felix du projeyên operaya îmersîf temam kirin. Yek jê ‘Alien Wanderers : Alien World : Alien Home’ (Rêwiyên ji derveyê dinyayê : Dinyaya ji derveyî dinyayê : Mala ji derveyî dinyayê) bû. Yan din jî A Dream is a Dream is a Dream is a Dream… (Xewnek xewnek e xewnek xewnek e xewnek xewnek e ...) operayeke ‘bêdeng’ a bi berguhkan e; yanî beriya performansa operayê berguhk li guhdaran tên belavkirin û ew dikarin li gorî dilê xwe guh bidin muzîka zindî û stranbêjên di perforansê de û tecrûbeya xwe ya operayê hinekî bi xwe diyar bikin.
Axir berê ew di alema muzîka rock-n-roll de bû. Ew bi xwe wiha rave dike çima wî dest bi muzîka klasîk kiriye: “Piştî ku ti hêviya min ji cîhana punk û indie rock nema, min 4 sal bihurandin bi, xwe bi xwe hînkirina bestekariyê. Struktur û rêzûrista muzîka klasîk bi awayekî ji awayan bi rengê çawalêhato ez aş kirim. Ew fikra dîwaneyî ya nivîsandina sînfoniyeke sihê bela xwe ji min venekir; û piştî 3 albuman û tevî komeke muzîkê gera li dinyayê , min tercîh kir dev ji awayê jiyana rock-n-roll berdim û enerjiya xwe hemûyî bidim bestekariya bi awayê klasîk.”

 

AUSTIN