Operaya li ser Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Îlon 2020 - 01:00

  • Kompozîtorê operayê Nathan Felix bi navê Ocalan operayeke odê amade kir. Ji ber ku ji ber pandemiyê nekarî premiyera wê bike, wî niha qeydiyên wê kir û 15ʼê Cotmehê jî belav dike. Wî zimanê operayê jî Kurdî tercîh kir.

Kompozîtorê Emerîkî Nathan Felix, operayeke nû diweşîne ku îlhama xwe ji Rêber Abdullah Ocalan girtiye. Opera wê bi Kurdî be. Sopranîsta wê, Katrina Saporsantos û stranbêjên Inversion Ensemble Trevor Shaw û Robbie LaBanca tê de cihê xwe digirin. Albûma ku muzîka operayê tê de wê 15ʼê Cotmehê online ji bo daxistinê yan jî li ser înternetê guhdarîkirinê wê bê weşandin.
Tevgera Azadî ji Ocalan re (Freedom for Ocalan) îlhama xwe daye operayê. Nathan Felix bi xwe dibêje, "Ocalan îfadeya heyraniya rûhê Kurdan e, ya ku xwegirtina wan û baweriya wan a li xweşiya jiyanê îlhamê didiyê."
Tesîra aktîvîzma Kurdan û bandora Ocalan û fikrên wî, li ser vê aktivîzmê li gorî wî gelekî hêja ne mirov bibîne: "Hişyarbûna hêja ya bîreweriya miletê Kurd û çalakgeriya wî ya siyasî ya van salên dawiyê, bi bandora rêberî û nivîsên harîqulade yên Abdullah Ocalan peyda bûn."
Di danasîna operayê de wekî din tê gotin, "Tevî hepsîbûna bi dehan salan a dewam dike, qutkirina wî ya bi temamî ji dinyayê, miletê wî û lêqedexekirina dîtina mirovan jî, Ocalan hîna jî bi rêya gotin û fikrên xwe dide û distîne, û ew nimûneya zindî ya xurtiya heyatî ya ruhê Kurd e."
Civaka Kurd ji bo amadekirina vê operayê û albûmê, hevkariya Nathan Felix kiriye.

Ji ber pandemiyê niha weke albûm derdikeve

Operaya Ocalan wê hê Adara bihurî premiyera xwe bikira, li Festîvala SXSW de li bajarê Austin ê Texasê. Lê ji ber şewba koronayê ev betal bû. Li ser vê ensembleyê biryar da ku tevî Erik Wofford li Cacophony Recorders operayê bide qeydkirin da ku têkoşîna Kurdan a dewam dike bidin bihîstin. Ensemble ji van kesan pêk tê: Katrina Saporsantos (soprano), Trevor Shaw (baritone), Robblie LaBanca (tenor), Steven Long (bass), Emily Bishop (keman), Henna Chou (çelo), Matt Hemenway (keman), Benji Dia (piyano), Richard Castillo (piyano ji bo Penaber).

Kompozîtorekî serketî ye

Nathan Felix sala 1981'ê hatiye dinê û ew Emerîkî-Meksîkiyek e. Ew muzîkjenekî ku bi operayên xwe yên îmersîf (yên ku dikê radike û guhdar pê temaşekaran dixe nava performansê) û filmên xwe yên ceribandinê tê nasîn. Muzîka wî li ji bilî Dewletên Yekbûyên yên Emerîkayê li Bulxaristan, Portugal, Spanya, Danmarka, Moxalistanê li ser dikê hatiye pêşkêşkirin. Ji bilî wê di kanalên navdar ên weke BBC, MTV, NPR & PBS´ê de jî hatine weşandin.
Beriya pandemiyê, Nathan Felix du projeyên operaya îmersîf temam kirin. Yek jê Alien Wanderers : Alien World : Alien Home (Rêwiyên ji derveyê dinyayê : dinyaya ji derveyî dinyayê : Mala ji derveyî dinyayê) bû. Bi soloîst Katrina Saporsantos ev opera hat pêşandan û mijara wê cudakeriya li DYE´yê bû. Premiyera xwe li Blanton Museumê 21 Cotmeha 2019´an kir. Yan din jî A Dream is a Dream is a Dream is a Dream… (Xewnek xewnek e xewnek xewnek e xewnek xewnek e ...) operayeke ‘bêdeng’ a bi berguhkan - beriya performansa operayê berguhk li guhdaran tên belavkirin û ew dikarin li gorî dilê xwe guh bidin muzîka zindî û stranbêjên di perforansê de û tecrûbeya xwe ya operayê hinekî bi xwe diyar bikin - e. Ew li ser sohbeta xeyalî ya di navbera hunermedên qerase yên Surrealîst û tevgera hunerî ya Pop Art de nîşan dide. Premiyera wê li McNay Museum 7´ê Cotmeha 2019´an bû.

Konserek 6 piyano ji dibistanan re

Karê wî yê pêşî yê mezin ê ji bo operayê ji aliyê BBC ve hat weşandin û paşê jê belgefilmek hat çêkirin bi navê The Curse & The Symphony. Vê belgefilma hanê gelek xelat wergirtin û 52 festîvalan hat nîşandan û Gaiam TV jî ew belav kir. Nathan Felix was PBS de jî hat nîşandan û ji bo xelateke Lonestar Emmy ji bo karê xwe yê ji bo projeya 6-Piano namzet hat nîşandan. Piştî vê konserê wî her 6 piyano diyarî dibistanên li taxên feqîran ên li Austinê kirin. Ev proje paşê bi heman navê Projeya The 6 Piano li San Antonio (2016), Barcelona (2017), Melbourne (2017) û Houston (2019) hate pirrcarîkirin.

AUSTIN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.