• Endamê Rêkxistina Kurdistan a Hizbî Kominîst a Îranê-Komele, Hesen Şerîf got, Ocalan nûnertiya bi milyonan Kurdî dike.

Endamê Rêkxistina Kurdistan a Hizbî Kominîst a Îranê-Komele, Hesen Şerîf got, Ocalan nûnertiya bi milyonan Kurdî dike. Wî wekî din got, azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Ocalan ve girêdayî ye û xwest ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hemû Kurd bikevin nava hewildanan.

Hesen Şerîf got, komploya navnetewî ne tenê li dijî Ocalan e, ew di heman demê de komployeke li dijî gelê Kurd e: “Di çanteyê destê Ocalan de dosyaya 60 milyon Kurdî heye û azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.”

Hesen Şerîf got, heger dijmin wisan difikire ku ew ê bi dîlgirtina Ocalan karibin Kurdan bindest bihêlin, gelek xelet in: “Ocalan gelek kesên din mîna xwe amade kirine ku ew kes tevayiya fikir û felsefeya wî digihînin mirovahiyê û ev kes ji bo vê yekê jî hertim têdikoşin. Ji bona wê ti hêz nikare gelê Kurd tine bike.

Abdullah Ocalan rêberekî dilsoz û qehreman e. Pênaseyên başiyê hemû di kesayeta wî de hene. Ew nûnertiya 60 milyon Kurdên ji fikrên cuda dike.”

Di dawiyê de jî Hesen Şerîf got, “Divê Kurd tevî fikrên xwe yên cuda ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan têbikoşin. Divê em Kurd hemû li dijî dijmin yekgirtî bin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ