Nikarin dengê Kurdan bibirin

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 02:45

  • Derengiya şevê bi daxwaza welatekî dî yê Ewropayê bi ser saziyên çapemeniya Kurd ên li Belçîkayê, stûdyoyên Medya Haber û Stêrk de girtin. Şîrketa produksiyonê û kedkarên çapemeniyê têkilî serdagirtinê, ku derî hatin şikandin, qeblo hatin birîn û ziyan gihaştî ser rejî û uplînkê gotin,’’bi qorsanî ye.’’

Li ber avahiya ku şîrketên Stêrk N.V, Roj N.V û Hîvron N.V weke platoya produksiyonê bi kar tînin, daxuyanî hate dayin. Rayedarên Medya Haber û Stêrk TV’yê êrîş şermezar kirin û gotin,’’Ev êrîş hatiye ser medyaya azad a Kurd û azadiya agahdarbûnê ya gelê Kurd. Em vê peyamê didin gelê xwe, dostên xwe û navendên faşîst ku dixwazin me bêdeng bikin; em li vir in. ‘’ 

Şevê dî (23)yê Nîsanê saet li derdora 01:30’an bi qasî 200 polîsî bi rengekî qorsanî bi ser avahiyên qanalên televizyonên Kurd ên Denderleeuwê de girtin. Têkilî serdegirtinê ti hincet nehate nîşandan, tevahiya şevê nehiştin ku rayedarên televizyonê û kedkar bikevin avahiyê. Derî bi mezrebeyan hatin şikandin, di serî de kompîtir, ziyan dane ser amûrên weşanê û materyalan. Polîsan heta bin tawane seh kirin, avahî talan kirin. Bi ser pirtûkxaneyê de jî girtin û dest li ser pirtûkan danîn. 

Bajar dorpêç kirin

Polîsên Belçîkî ku deriyê odeya Uplînkê girtin, ziyan dane haletên li hundir jî. Polîsan peywirdarên ewlehiyê kelepçe kirin û li erdê dirêj kirin, zext li ser wan kirin. Polîs bi qasî 4 saetan li avahiyê man, bi malzemeyên ku desteser kiribûn ji stûdyoyê veqetiyan. Dema serdegirtinê bajarê ku stûdyo lê bû, ji alî polîsan ve hate dorpêçkirin. Dema serdegirtinê ji 200’î zêdetir polîs hazir bûn, polîsên bimaske û polîsên sivîl jî hazir bûn.

Li ber televizyonê protesto

Gelek sazî û kesan êrîşa li ser televizyonan şermezar kirin, çawa ku haya wan ji êrîşê çêbû, ber bi avahiya televizyonê ve çûn. Bi daxuyaniya li ber avahiyan zexta li ser qenalên televizyonên Kurd hate şermezarkirin. Bi navê Stêrk TV Ramazan Olçen û bi navê Medya Haber Heval Aslan daxuyanî da. Bi Soranî Hindirîn, bi Ingilîzî jî Erem Kansoy daxuyanî xwend.

Serdegirtina bi qorsanî

Di daxuyaniyê de hate gotin,’’ Polîsên Belçîkayê 23’yê Nîsanê di derdora saet 01.30’an de li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê, bi ser avahiyên ku şîrketa Sterk N.V, Roj N.V û Hîvron N.V lê kar dikin de girtin. Serdegirtin ji aliyê Polîsên Federal ên Belçîkayê ve hatiye kirin û beriya wê ti agahî ji parêzer û rayedarên me yên şîrketê re nehatiye dayîn. Derengiya şevê dema ku ti kes li avahiyê nebûn, deriyên ofîsên me hatine şikandin û bi rengekî korsanwarî ketine hundir. Kompûter, amûr û materyalên me yên çapemeniyê hatine texrîbkirin. ‘’

Êrîşeke bi organîze

Rayedarên televizyonê diyar kirin ew vê êrîşa bi qorsanî, ya derhiqûqî, antî-demokratîk a li naverasta Ewropayê şermezar dikin û gotin,’’ Ev rewş ne hewldaneke hiqûqî, ne jî teftîşek e. Ev êrîşeke ku li dijî saziyên Çapemeniya Azad ku dengê gelê Kurd e, hatiye kirin. Ji xwe di heman saetê de jî polîsên Tirk bi ser malên rojnamevanên Kurd ên li Tirkiyeyê de girtine, ev yek dewama êrîşa organîzeyî ye. Her wiha êrîş di salvegera 126’an a medyaya Kurd de hatiye kirin û helbet ev yek manîdar e.

Hedef çapemeniya azad e

Polîsên Belçîkayê Adara 2010’an jî bi ser eynî stûdyoyan de girtibû û dest li ser hemû kompîtir û hard dîskan danîbû. Lêkolîn û dozên ku hatibûn vekirin bêencam mabûn û ti ceza li şîrketan nehatibû birîn. Rayedarên televizyonê ev bi bîr xistin, şîrketên ku bi ser wan de girtine li gorî yasayên Belçîkayê xebatan dikin û weke saziyên bazirganiyê heta niha ti ceza li wan nehatiye birîn û gotin,’’Ev êrîş hatiye ser medyaya azad a Kurdan û ser azadiya agahdarbûnê ya gelê Kurd.’’

Parêzer wê tevbigerin

Rayedarên Medya û Stêrk TV’yê destnîşan kirin bêyî parêzer û rayedarên şîrketê serdegirtin ‘’komplo’ ye û gotin,’’Bêyî ku jêgirtên hiqûqî yên polîsan hebin, ‘lêgerîn’ên li ser ofîsê me, ji alî me ve sûc e, binpêkirina hiqûqê ye. Em kedkarên çapemeniya azad, pê dizanin ev cure êrîş bi rewşeke hiqûqî nayê vegotin. Lê emê heqê xwe yê hiqûqî heta dawiyê bixebitînin. Parêzerên me dijî vê êrîşa bi qosanî demildest wê tevbigerin.’’

Hûn nikarin me ji rêya me bikin

Rayedarên televizyonên Kurd gotin heta niha bi sedan caran dewleta Tirk û hevkarên wê yên qada navnetewî êrîş birine ser medyaya Kurd, ev serdegirtin jî wê ti encamê neyîne û gotin,’’Em, ango kedkarên çapemeniya azad, di her şert û mercî de, li gel her cure êrîşan me karê xwe kir û em ê bikin. Divê her kes zanibe, ev serdegirtinên qorsanî, girtin, astengî nikarin me ji rêya me bikin. Em kedkarên çapemeniya Kurd, em ê her demê bibin deng û hilma gelê xwe. Ti hêz nikare vî dengî asteng bike.’’

Encama kîjan bazara gemarî ye?

Rayedarên televziyonê destnîşan kirin ev serdegirtin encama têkiliyên gemarî yên di navbeyna Tirkiyê û Belçîkayê de ye û wiha bang li hikûmeta Belçîkayê kirin: ‘’Gumana me jê nîne ku ev êrîş di encama têkîliyên qirêj de yên bi rejîma Erdogan a faşîst re hatiye kirin. Li vir em vê bangê li hikûmeta Belçîkayê dikin; hûn bi rejîma Erdogan a faşîst re di encama kîjan cureyên bazariyên qirêj de êrîşî medyaya Kurd dikin? Divê hûn vê ji Kurdan û raya giştî ya Belçîka û cîhanê re eşkere bikin. Eger we bi rejîma Erdogan re bazariyek qirêj nekiribe, wê demê çima hûn bi rengekî korsanwarî êrîşî studyoyên me dikin? 

Stûdyoyên me ji her kesî re vekirî ne

Her wiha ev bang li medya, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Belçîkayê hate kirin: ‘’Em li vir xebatên weşan û çapemeniyê dikin. Xebatên me eşkere ne. Deriyên stûdyoyên me ji her kesî re vekirî ne. Di serî de polîs kengî bixwazin dikarin bêne stûdyo û ofîsên me û xebatên me yên li vir bişopînin. Li vir tiştekî veşartî nîne.’

Parçeyek ji plana navnetewî

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin dewleta Tirk li dijî Kurdan konsepta qirkirinê daniye, serdanên Tirkiyê yên li DYE, Iraq, Îran û PDK’ê hate bibîrxistin, hate diyarkirin ev hewldanên ji bo qirkirina Kurdan in, her wiha êrîşa dagirker a li ser Metînayê jî hate bibîrxistin û hate gotin,’’Teqez e ku ev konsept, konsepteke êrîşê ya navnetewî ye. Êrîşa li ser stûdyoyên Medya Haber û Stêrk TV’yê jî delîla vê ya herî berbiçav e. ‘’

Li Stenbol û Enqerê jî êrîş

Her wiha li bajarên Tirkiyê Stenbol û Enqerê jî êrîş çû ser xebatkarên çapemeniya azad û 8 rojnamevan hatin destgîrkirin. 

Polîsên Tirk li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin. Di encama serdegirtinên malan de li Enqereyê  nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate destgîrkirin. 

Di serdegirtinê de li Stenbolê nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş hatin destgîrkirin. Nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak jî li Rihayê bi serdegirtina malê de hate destgîrkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.