Nêzî 900 kesî hatin bidarvekirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 16 Gulan 2023 - 14:16

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di sala 2022’yan de li 20 welatan qederê 900 kesî hatine bidarvekirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê, sala 2022’yan li 20 welatan 883 kes hatine bidarvekirin. Li gorî par, ev rêje ji sedî 53 zêde bûye.

Di raporê de hate diyarkirin ku li Çînê par bi hezaran kes hatine qetilkirin û hejmar neketiye qeydan. Di sala 2021’ê de hejmara darvekiriyan 520 bû.

Darvekirinên li Îranê sala 2021’ê de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’yan de bûye 576. Li gorî raporê Erebistana Siûdî di rojekê de 81 kes îdam kirine.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku bi darvekirinên li dinyayê zêdetir in û got, “Li Çînê hejmara kesên hatine bidarvekirin baş nayê zanîn û li vî welatî îdam gelekî zêde ye.”

Di raporê de hate diyarkirin ku li Qazaxistan, Papûa Gîneya Nû, Sîerra Leone û Komara Efrîkayê ya Navîn ev sûc hatiye rakirin û li Gîneya Ekvatorê û Zambiyayê jî bi tenê ji bo sûcên edlî bidarvekirin hatiye betalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.