Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 25 Tebax 2020 - 23:00

Ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi salane şer heye û ev şer li qadeke berfireh pêk tê. Êdî encamên vî şerî bi xetên stûr diyar dibin. Di van şeran de, hinek dewletên herêmî tenê bi rola amûrekî guhartinê radibûn. Ji van dewletan jî, Tirkiye û Îran bi vê rolê rabûn, ji ber ku di esasê xwe de hêzên hegemon ên cîhanê rol dan wan.
Lê rejîma AKP`ê gelekî ji ser xwe ve çû û kete pey xeyala Osmaniya Nû. Di vê çarçoveyê de, axa Sûriyê û Iraqê û Lîbyayê dagir kir û hewldanên xwe yên ji bo berfirekirina dagirkeriyê didomîne.
Rejîma AKP`ê di nava xeyalan de bû ku wê her dem gelê Ereb bi navê qaşo "Parêzvanê Filistînê û ola îslama" bixapîne û qaşo li dijî Îsraîlê ye. Lê êdî têkiliyên AKP û Îsraîlê ji her dewletê zêdetir li pêş in û her kes êdî vê rastiyê dizane.
Di 13`ê Tebaxê de, bûyereke dîrokî li Rojhilata Navîn û cîhanê çêbû, ew jî hevpeymana aştiyê ya Îmarat û Îsraîlê bû. Her du welatan ragihand ku bi serpereştiya Emerîkayê, ew gihîştine lihevkirineke aştiyê. Ev hevpeyman wekî destpêka nexşeya nû ya Rojhilata Navîn e, û yek ji encamên şerê salan e ku li herêmê rû dide. Niha hûrgiliyên vê hevpeymanê ji bo doza Filistînê û rewşa Îsraîlê û rewşa herêmê wê guhartineke cidî bi xwe re bîne.
Lê mijara me ji detayên vê hevpeymanê zêdetir, gelo wê rola Tirkiye û Îranê di vê hevpeymanê de çi be?
Piştî îlankirina hevpeymanê, rejîma AKP`ê yekser derket û nerazîbûna xwe li dijî vê hevpeymanê anî ziman. Balkêş e, Erdogan behs dike ku wê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îmaratê re ji ber hevpeymanê qut bike, lê qet behsa qutkirina têkiliya xwe bi Îsraîlê re nekir. Di sedsala 21ʼê de ji vê durûtiyê hîn nehatiye dîtin. Eger mirov li hêrsa Erdogan û hikumeta wî ya li hemberî vê hevpeymanê binêre tu yê bêjî qey Kurd jî beşek ji vê hevpeymanê ne.
Baş e, Erdogan û faşîzma AKP-MHP`ê ji vê hevpeymanê çima hêrs bûn? Mirov li vê xalê hinekî rawest e, û binirxîne hêja ye.
Di destpêka nivîsê de, me behsa dewletên ku bi rola guhartinê li Rojhilata Navîn radibin kir, ji van dewletan yek jî Tirkiye ye. Tirkiye di aliyê xwe yê cografîk de, xwedî cihekî girîng e li Rojhilata Navîn û cîhanê. Ya herî girîng jî ji bo Ewrûpayê rêya herî kurt a xwegihandinê gazê ye. Ev sedemên sereke ne ku Tirkiye xwedî roleke girîng e. Her wiha Emerîka û Îsraîl rola dane Tirkiyê ku pêşengiya îslama nerm bike û bi vî awayî cîhana Ereban û îslamê tev xapandin.
Lê bi têkiliyeke yekser a di navbera Îsraîl û dewleteke Ereban de, wekî Îmaratê, wê rola Tirkiyê hêdî hêdî kêm bibe. Ji ber ku Îsraîl hewce ye têkilî bi cîranên xwe yên Ereb re baş bike, ji ber ku dizane eger têkiliyên xwe baş neke, ew nikare bi awayekî ewle li Filistînê bimîne. Xaleke din, Îsraîl hewce ye ku herêma me ango herêma Mezopotamyayê di nava ewlehiyê de be, da ku hebûna xwe li herêmê mayînde bike.
Li gorî çavdêran û rayedarên Emerîkayê, wê dewletên din ên Ereban û di serî de dewletên Kendava Erebî û Behrên hema hevpeymanê bi Îsraîlê re îmze bike. Ev jî eniya li dijî Erdogan û sîstema wî her ku diçe li herêmê berfirehtir dike. Lewra dema ku Erdogan dît, ev rol jê tê standin nerazîbûneke cidî nîşan da. Ji ber ku Erdogan baş têgihîşt ku êdî nikare li herêmê wekî berê tevbigere û herêmê dagir bike. Îsraîl jî kete wê ferqê ku êdî planên Tirkiyê ji bo wê jî xeter in.
Dewleta duyemîn ku wê bê rol bimîne û ji vê hevpeymanê aciz e, Îran e. Ji ber ku bi vê hevpeymanê êdî li pêşiya projeya Îranê li Sûriyê, Iraq, Lubnanê û Yemenê tê girtin. Îran jî wekî Tirkiyê, qaşo di bin navê şerkirina li dijî Îsraîlê de, dewletên Ereb ji xwe re kiribû baregehên sereke û projeyên xwe li wir dimeşandin û gef li Kendava Erebî her dixwar. Lê piştî vê hevpeymanê, êdî Îran jî wekî berê nikare bi rihetî tevbigere. Pirsa ku di dawiyê de derkeve holê; Gelo Îran vê carê di bin navê çi de, dê Ereban bixapîne?! Heman pirs ji bo Tirkiyê jî di cih de ye ku mirov bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.