Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên vê dawiyê, bi pêşengiya YJA Starê, 3 leşkerên Tirk ên dagirker li Girê Cûdî ceza kirin, derb li helîkoptereke Skorsky xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê wiha ye:
Li Şehîd Delîl a li Rojavayê Zê (Zapê)
19'ê Tebaxê saet di 06:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir û derb li çeperekî hate xistin.
19'ê Tebaxê saet di 13:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.
19'ê Tebaxê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
19'ê Tebaxê sate di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
19'ê Tebaxê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sekvanekî dijmin hate dîtin û bi sekvaniyê ew dagirker hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
19'ê Tebaxê saet di navbera 21:15 û 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter geriyan. Hêzên me yên YJA Starê derb li helîkoptereke Skorsky xist ku hewl dida hêzên xwe li qadê dayne. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe.
20'ê Tebaxê saet di 00:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kir.
Li herêma Zapê
20'ê Tebaxê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li kepçeyên dagirkeran hate xistin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
19'ê Tebaxê li Qada Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran û qada berxwedanê ya Girê Bahar jî carekê bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
19'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê 4 caran bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
Herêma Zapê û Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN