Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli ji ANF´ê re peyivî û got, dewleta Tirk ji bo nixumandina sûcên xwe, li ser navê dîn derewan dike: “Em pere, mal û milkên xwe ji bo gihandina kesên hewcedar, divê teslîmî vî fîrewûn û sîstema wî nekin. Ev jî gunehekî giran e. Kî pere, mal û milkê xwe teslîmî vê dewletê bike, ew gunehekî mezin dike. Ji ber ku ev diz in. Maf û hiqûqa mirovan dixwin. Sedem ji xwe ew in, ji ber wan encamên vê erdhejê ewqas giran in.”

Zekata xwe bidin mexdûrên erdhejê

Turhalli bi bîr xist ku li ser Misilmanan “ferz e ku alîkariya mirovên ketine tengasiyê bikin” û wih dewam kir: “Zekata kê hebe dikare bide mexdûrên erdhejê, fitreya kê hebe dikare bide van kesan.”

Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli ev bang li gelê Kurdistanê kir û got, “Werin em destê hev bigirin; Em gelê xwe hewcedarî vê dewleta zalim nekin. Li Ewrûpayê 2-3 milyon Kurdistanî hene. Her yek ji wan 10 euroyan bide, em ê karibin wir ji nû ve ava bikin.”

Turhall wekî din got, divê pere negihîjin desthilatan: “Divê em vê jî bizanin; Em pere, mal û milkên xwe ji bo gihandina kesên muhtac, divê teslîmî vî fîrewûnî û sîstema wî nekin. Ev jî gunehekî giran e. Kî pere, mal û milkê xwe teslîmî vê dewletê bike, ew gunehekî mezin e. Ji ber ku ev diz in. Maf û hiqûqa mirovan dixwin.  Ji ber ku ev diz in. Sedem ji xwe ew in, ji ber wan encamên vê erdhejê ewqas giran in. Lewma divê gelê me bi destê hev bigirin. Em li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê dibêjin ku werin em bi hev re birînên xwe bipêçin. Pêwîstiya me bi vê dewletê nîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN