Li herêma Silêmaniyê 7 kesên nêçîra sewalên kûvî dikirin, hatin binçavkirin.
Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngeha Silêmaniyê der barê binçavkirina 7 nêçîrvanan de daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê li herêma Silêmaniyê, li cihên cûda 7 kesên nêçîra sewalên kuvî û kewan dikirin, bi kelûpelên wan ve hatine binçavkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo parastina sewalên kuvî, tîmên wan di nava kar û çalakiyên xwe de ne.
ROJNEWS/SILÊMANÎ