Nêçirvanên ji Çewligê li navçeya Mazgêrda Dersimê derketin nêçîra kewan, lê gundiyan ew rawestandin û ji wan re gotin: “Em li vir nêçîrvaniyê naxwazin.”

Nêçirvanên ji Çewligê çûn gundê Sorek ê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê ji bo nêçîrê bikin, lê gundiyan nerazîbûna xwe diyar kirin û ew sekinandin. Şêniyên gund xwe gelekî aciz kirin û nêçîrvan ji gund dûr kirin û ji wan re gotin, nêçîra kewan li herêma wan qedexe ye. Gundiyan dema nêçîrvan ji gund dûrkirin vîdeoyek kişandin û nerazîbûna xwe wiha bilêv kirin: “Hatine herêma me ku nêçîra kewan bikin. Em naxwazin nêçîrvanî li vir were kirin. Heke hatina wan bidome wê nerazîbûna me hişktir be. Em dernakevin nêçîrê lê ew hatine nêçîrê. Li vir nêçîrvanî qedexe ye.”

MA/DERSIM