Muzexaneya Reqayê hate vekirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 16 Mijdar 2023 - 00:05

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Piştî sererastkirinê muzexaneya Reqayê ji nû ve deriyên xwe vekirin. Muzexaneya Reqayê dikeve aliyê rojhilatê bajêr nêzî mizfeta mezin li aliyê başûrê kolana Mesor. Muzexane di dema serweriya Osmaniyan li herêmê 1861′ê de hate avakirin û weke qesran hate bikaranîn û di 1981′ê de bû muzexaneya parçeyên şûnwarî ya Reqayê. Di muzexaneyê de zêdetirî 8 hezar parçeyên şûnwarî yên serdem û şaristaniyên di ser Reqayê re derbas bûbûn hebûn, ji wan jî serdema Ebasî. Her wiha di muzexaneyê de gelek tabloyên mozaîk, tabûtên miriyan û alavên arkeolojîk, firaxên neşxekirî û hin peykerên biçûk hene.

Di dema serweriya DAIŞ′ê de muzexaneya Reqayê hate wêrankirin, her wiha cihên şûnwarî jî hatin talankirin û hatin dizîn. Çeteyên DAIŞ′ê zêdetirî 7 hezar parçeyên antîk dizîn û gelek ji wan xera kirin. Lê nivîsgeha şûnwaran a navenda çandê ya Reqayê hin parçeyên mayî vegerandin, kom kirin û bi pêngava rizgarkirina Reqayê re li cihekî veşartin û parastin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê bi hevkariya Navenda Çandê ya Reqayê di 4′ê Mijdara 2023′yan de piştî sererastkirina bi giştî  û vekirina pêşandana şûnwarî ya nû, muzexane vekir. Li ser muzexaneya Reqa û jinûve vekirina wê, gerînendetiya Nivîsgeha Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Wîsam Başa got: "Piştî rizgarkirina herêmê, me karî tenê 880 parçe vegerandana û li cihekî ewle daniya; ji wan parçeyên biçûk û tabloyên mozaîkî, tabût û parçeyên kevirên mezin hebûn. Ev parçe dê beşek ji wan di muzexaneyê de bin û hin jî di depoyeke taybet bi parastina wan de bin." Wîsam Başa got wê nivîsgeha şûnwaran hewl dide ji nû ve parçeyên şûnwarî yên winda bûne bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ji nû ve vegerîne."

Hêjayê bi bîrxistinê ye, li Reqayê bi dehan şûnwarên li seranserî keviyên çemên Firat û Belîx  hene; ji wan gir, kela, binerd, sûra Reqa û Deriyê Bexdayê ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.