Hat zanîn ku 2 cerdevanên di şerê dagirkeriyê yê li dijî Başûrê Kurdistanê de li herêma Zê (Zapê) di nav hêzên dagirker de bûn, di şer de hatine kuştin. Malbatên her du cerdevanan beriya wê hatibûn agahdarkirin ku her du cerdevan di şer de wenda bûne.  

Êrişên dagirkeriyê ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK´ê li dijî Başûrê Kurdistanê, nexasim jî deverên Zê, Avaşîn û Metînayê dike, dewam dikin. Ji cerdevanên ku artêşa Tirk 29’ê Hezîranê li Zêyê tevlî şer dike, Kemal Alîm yê ji gundê Aşûtê û Huseyîn Sari yê ji gundê Serêspî yên navçeya Çelê ya Colemêrgê, agahî nedihat girtin. Rayedarên dagirkeirya Tirk malbatên wan agahadar kiribûn ku ew li devera şer wenda bûne. Niha jî eşkere kirin ku her du cerdevanan di şer de hatine kuştin.

Ka bi rastî di şer de hatine kuştin, yan ji ber ku fermana fermandarên Tirk bi cih neanîne û hatine kuştin jî, nayê zanîn. Beriya niha gelek caran cerdevanên tevlî êrişên dagirkeriyê bûne dabûn zanîn ku alozî di navbera wan û fermandarên artêşa Tirk de derdikeve.  

Cenazeyên her du cerdevanan li Nexweşxaneya Dewletê ya Çelê ne. Hat zanîn ku wê cenazeyên cerdevanan piştî karûbarên otopsiyê li gundên wan bên veşartin.

COLEMÊRG