‘Min komkujî bi masiyan vegot’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Tîrmeh 2026 - 17:30

  • Kêko Urmiye yê ku xebata xwe ya şanoyê ya li Urmiyeyê dest pê kiribû û niha berdewam dike, destnîşan kir ku şano ji bo wî meseleyeke nasname û hebûnê ye û got: “Şanogerî her dem bi Kurdî xweş e.”

 

Hunermendê şanoyê yê ji rojhilatê Kurdistanê Kêko Urmiye, bi taybetî bi lîstika xwe ya bi navê "Masî Ji Kûçikan Natirsin" ku tê de trajediyên gelê Êzîdî anîn ser dikê, ji aliyê girseyên mezin ve rastî eleqeyek xurt hat. Urmiye ku serpêhatiya xwe ya şanoyê li pişt perdeyê dest pê kir, cara yekem bi lîstika "Dewrêşê Evdî" derket pêşberî temaşevanan. Ji wê rojê ve ew wekî lîstikvan, derhêner û kedkarê şanoyê xebatên xwe yên şanogeriyê berdewam dike.

Kêko Urmiye, ji serpêhatiya destpêkirina şanoyê heta rewşa îro ya şanoya Kurdî, ji hilberîna hunerî ya bi zimanê dayikê heta xebatên çandî û rola hunerê ya di veguherandina civakî de, di gelek mijaran de ji ajansa me re axivî. Urmiye diyar kir ku şanoya Kurdî ne tenê çalakiyeke hunerî ye, di heman demê de qadeke ku bîra çandî û nasnameyê diparêze û destnîşan kir ku şanoya Kurdî tevî hemû zehmetiyan jî hilberîna xwe didomîne. 

Urmiye anî ziman ku wî şanoyê wekî lîstikvan dest pê nekiriye û da zanîn ku di salên pêşîn de di karên wekî amadekirina kostuman û sazkirina dikê de cih girtiye. Urmiye diyar kir ku ew piştî kedeke dirêj derketiye ser dikê û lîstikvaniya wî bi lîstika “Dewrêşê Evdî” dest pê kiriye. Urmiye destnîşan kir ku ew bi vê lîstikê beşdarî gelek festîvalan bûne û turne li dar xistine, piştre jî di gelek lîstikan de rol girtiye.

Şano sînorên ziman derbas dike

Urmiye destnîşan kir ku temaya hevpar a berhemên ku tîne ser dikê, êş û pirsgirêkên civakî yên gelê Kurd in û diyar kir ku di nav van xebatan de cihê lîstika "Masî Ji Kûçikan Natirsin" ji bo wî cuda ye. Urmiye anî ziman ku lîstik behsa komkujiya Êzîdiyan dike ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi êrişa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê dest pê kir û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî jenosîd hat qebûlkirin. Urmiye diyar kir ku di vê berhema trajîk de wan masiyan wekî metaforeke bihêz bi kar aniye.

Urmiye rave kir ku lîstik li gelek bajaran hatiye pêşandan û bi bîr xist ku di Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê de bi vê berhemê xelata "Derhênerê Herî Serkeftî" wergirtine. Urmiye diyar kir ku heta temaşevanên ku Kurdî nizanin jî dikarin hesta lîstikê hîs bikin û destnîşan kir ku şano hunereke gerdûnî ye ku sînorên ziman derbas dike û êşên hevpar xuya dike.

 

Bi pirsgirêkê civakî dadikeve

Urmiye diyar kir ku ew di şanoyê de herî zêde ji cureyê trajediyê hez dike û sedema vê yekê jî bi tecrubeyên dîrokî yên gelê Kurd ve girêda. Urmiye anî ziman ku ew bêtir di qadên dram, trajediya polîtîk û şanoya gel de berheman hildiberîne û êş û pirsgirêkên civakî yên Kurdan rê dide hunera wî. Urmiye bi gotinên, “Jiyana me Kurdan trajedî ye. Ji ber ku êş û pirsgirêkên gel tîne ser dikê, trajedî ji min re nêzîktir tê,” sedema tercîhkirina vê cureyê anî ziman.

‘Divê nifşên nû hay ji destanên Kurdî hebin’ 

Urmiye destnîşan kir ku divê çanda Kurdî bêtir li ser dikê cih bigire û got ku ragihandina destanên mîna Dewrêşê Evdî, Mem û Zîn, Heso û Nazê bi rêya şanoyê ji nifşên nû re giring e. Urmiye diyar kir ku ciwan ji çîrokên xwe dûr dibin û berpirsiyariya hunermendên Kurd heye ku mîrateya çandî biparêzin û veguhêzin.

Şano û pirsa ‘Em kî ne?’ 

Urmiye destnîşan kir ku şano ji bo wî ne tenê qadeke hunerî ye û wiha axivî: “Şano ji bo min hilbijartineke nasnameyî ye. Berî her tiştî em vê pirsê ji xwe dikin: 'Em kî ne?' Her şanogerek dixwaze nasnameya xwe, gelê xwe vebêje. Şano ji bo min hebûna gelekî ye.” Urmiye anî ziman ku xebatên ji bo zimanê Kurdî di salên dawî de zêde bûne lê ev yek ne bes e û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê hunermendan di têkoşîna ziman û çandê de û got: “Hunermend ew kes e ku dikare li hemberî hemû astengiyan bisekine. Hege em komediyê bikin jî divê em ji çîrokên xwe sûd werbigirin. Divê destan û çîrokên Kurdî bêtir xuya bibin.”

‘Şanogerî bi Kurdî xweş e’ 

Urmiye diyar kir ku li Rojhilat çêkirina şanoyê rûbirûyî astengiyên cidî tê û anî ziman ku ji bo lîstikên şanoyê werin pêşandan gelek destûrên fermî hewce ne û ev pêvajo dikarin bi mehan bidomin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Niha em di pêvajoya şer de ne û em dikarin bibêjin ku 6-7 meh in şano, konser û huner sekinîne. Li Rojhilat krîza aborî ya ku mezin dibe û qeyranên ku ji ber zextên heyî derdikeven holê, her çend hinek kesan ji hunerê qut bike jî, tevî kontrol û zextên berdewam pêşketina şanoya Kurdî didome. Ez êdî dixwazim kes astengiyan li pêşiya şanogerên Kurd dernexîne. Ez pêşerojeke wiha xeyal dikim ku kes ji me nepirse çima em şanoyê bi Kurdî dikin. Ji ber ku şanogerî her dem bi Kurdî xweş e.”

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.