
- Di zimanê şanoyê de xala sereke ziman û laş e, yanî di şanoyê de. Di avakirina wate û ragihandina temaşevanan de rola sereke ziman û laş dilîze. Di vê çarçoveyê de em dikarin pênase bikin ku ziman û laş tune be (ev jî mirov nîşan dide) şano jî tune ye. Ev jî hebûnê diyar dike. Yanî heke zimanê we tune be hûn jî hunera we jî tuneye.
Di vê rewşê de em şanoya Kurd tenê bi çarçoveya ziman nikarin pênase bikin. Ji ber ku Kurd di her alî de li ber xwe dide ku hebûna xwe biparêze. Li her qadê civaka Kurd ev berxwedan û têkoşîn bi awayekî xurt dewam dike. Loma em hunera xwe jî weke qadeke berxwedanê dinirxînin. Ji perwerdeyê heta tekst, ji lîstikvaniyê heta sehnekirinê her xalên wî pêvajoyeke berxwedanî ye. Loma em dikarin bibêjin ku şanoya Kurd qada berxwedana hunerî ye.
Kurd û zimanê Kurdî bi barên hezar salan hatiye îro, gel û zimanekî pir dewlemend e. Piştî polîtîka û pratîkên înkar û tunekirinê şûnde jî dê winda nebe. Li vir bi polîtîkayên şarên taybet re dikin ku nifşên me yên nû re bidin bîrvekirin. Dikin ku pêşeroja Gelê Kurd bê ziman, bê çand, bê dîrok bihêlin. Wateya hunera Kurd û taybetî şanoya Kurd jî di vê xalê de misyona xwe dilîze. Têkoşîna ziman tenê gramer û axaftina rojane ba berxwedana me jî hêsantir dibû, lê ev elementan maneya hebûn û tunebûnê îfade dike. Loma karê şanogerên Kurd piralî ye. Yanî em bi hunera xwe hişmendiya civakekê jî ava dikin, şênber dikin û dinyayek pêkan û dewlemend didin gelê xwe. Hêza xwe jî dîsa ji nirxên civakî û ji çanda civaka xwe digirin. Perspektîfa xwe jî ji hunera demokratîk û azad digire. Ji ber wê şanoya Kurd wekî sazîyek cewherî û bingehîn wê rolê dilîze an jî mecbûr e ku dê bilîze. Loma em nirxên civaka xwe ji doh digirin bi nirx û pîvanên îro re dixemilînin û pêşkeşî sibehê dikin.
Civaka Kurd di xala sereke de bûye çar perçe, di nava her çar perçeyan de jî perçekirinên cûr be cûr hene. Mixabin li ser şanoyê jî rewşek bi vî rengî heye. Ji bo wê jî sazîbûyîn û berdewamî pêwîst e. Yanî li gor rewşa sîyasî û di asta şer de rewş çawa diqewime ev li ser saziyên me û xebatên me jî bandorekê dike. Belkî wekî di şer de rasterast fîzîkî nabe lê bi şeklên cûrbecûr li ser me xwe nîşan dide. Salonên me tên girtin, komên me tên belavkirin. Di aliyê derfetan de bêpar dihêlin. Jixwe di aliyê ziman de rewş diyar e. Sedema vê jî polîtikayên asîmîlasyonê ne. Vana tew li ser şanoya Kurd zehmetiyê ava dike. Gelek caran şanogerên me ji ber aborî û derfetê nikarin dewam bikin û mecbûr dibin û belav dibin. Ev jî di berdewamî û pêşketina şanoya Kurd de dibe sedema qutbûyînê. Ji ber wê gelek hunermendên me diçin dîasporayê yên ku naçin heke nehatibin girtin mecbûr dimînin ku karên cuda bikin.
Ji xeynî mijarên fîzîkî di aliyê tekst û avakirina lîstikên nû de jî zehmetiyê dikşînin. Helbet sedemên wê yên ji ber asîmîlasyon û polîtîkayên qirkirinê hene lê em nikarin xwe bi van bidin fêhmkirin. Di serî de jî me got em qada xwe jî wekî qada berxwedanê digrin dest. Mesela heta nivîsandina tekstekê jî ji bo me pir caran dibe zehmet. Lê li hember wê rewşê hewldan û israra hunermendên Kurd jî hene. Mîrateyek bêhempa jî li ber me ye û em dikarin hêza xwe ji vir bigirin û ji bo me dibe mecal ku em meşa xwe dewam bikin. Helbet sazîbûyîn û berdewamî jî bi xwerêxistinkirinê re dê were çareserkirin. Yanî hunermendên Kurd dikare pişta xwe bide gel û rêxistina xwe, him jê digire hîm jî bi awayekî watedar û hunerek dewlemend berhemên xwe pêşkeşî gel dike. Helbet di vir de pîvanên xwe ji şanogerên berxwedêr û ji perspektîfa hunera azad û demokratîk digire.
Em dikarin bibêjin ku di şanoyê de jin rolek girîng dilîze. Tevlêbûna jinê di şanoyê de roleke diyarker dilîze. Ev rewş him di aliyê şanogeran de him jî di aliyê temaşevanan de encamek pozîtîf derdixe pêş. Pêwîst e ku jin jî aliyê tekstnivîsê de pêş bikeve. Di şanoyê de mijareka din a bingehîn jî tekst e. Perspektîfa lîstekekê ji tekstê dest pê dike. Di rewşa heyî de em dikarin bibêjin ku kêmasîyek bi vî rengî heye.
Di serî de şano, lê ez dikarim hemî qadên hunerî jî tevlî bikim ku qada populer nînin. Mîsyonek pîrozî û berpirsiyarîyek civakî dixwaze. Em hêz û îlhama xwe ji civakek berxwedêr digirin, loma ji bo giraniya vê rewşê hîs dikin û dikin ku li gor vê tevbigerin. Nêzikatiyên popûlîst rojane ye carna nagihêje êvarê jî bi saetan tên xelaskirin. Divê em xebatên xwe wekî pireke dîrokî bigirin dest. Ji dîrokê digirin bi rêya îro diçin pêşerojê.
Em wekî endamên Şanoya Bajêr a Amedê her hefte bi lîstîkên mezin û zarokan li pêşberî temaşevanên xwe ne. Em di her sezonê de lîstikên cuda derdixin. Helbet ne tenê ji bo mezinan ji bo zarokan jî lîstikên me çêdibin. Ji bo me ev pir girîng e. Zarokên me bi ziman û çanda xwe li lîstikan temaşe dikin. Ji bo me ev pêywirek pir girîng e.
Her sal festîvalên me çêdibin. Îsal 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê çêbû. Ne tenê lîstikên Kurd ji çar aliyên cihanê hunermend û lîstikvan li Amedê hatin cem hev. Naveroka me li hember şer bû îsal. Hunermendên ku li hember şerê cîhanî yê sêyemîn sekinek civakî û demokratik girtine bûbûn mêvanên me. Bi festîvala îsal re me gotina xwe û aliyê xwe nîşan da. Bi vî şeklî me nasnameya şanoya Kurd a azadîxwaz, demokratîk û berxwedêr ji hemî cihanê re careke din nîşan daye. Ji xeynî vê festîvalê sala borî me 1’emîn Festîvala Şanoyê ya Jinan jî organîze kirîbû. Îsal jî em dê ya duyemîn çêbikin. Jin û zarok pira çandê ne, di navbera doh û sibehê de rolek jiyanî dilîzin. Em jî bi saya vê taybetmendiyê di festîvalên xwe de vê taybetmendiyê dixemilînin û pêşkeşî gel dikin.
Ji bo tekstnivîsa şanoya Kurdî jî her sal pêşbirkekê em amade dikin. Gelek lîstikên nû bi rêya vê pêşbirkê derket holê û em vêya jî dikin ku dewam bibe. Wekî ku min got berdewamî esas e.
Xebata me ya din jî akademî ye. Ji bo berdewamiya hunera Kurd, sazîbûna xwe di aliyê perwerdeyê de jî didomînin. Bi perspektîfa hunera azad û demokratîk em hunermendên nû perwerde dikin. Ji bo me ev xebat jî dê di avakirina hunera alternatîf de rola xwe bilîze. Em vê xebatê di serî de ji bo gelê Kurd lê di heman demê de ji bo hunera cîhanê jî dimeşînin. Em dibêjin hunerek civakî û alternatîf pêkan e, waye kerem bikin binêrin, Kurd di vê xebatê de jî pêşengtiyê dikin.
NEWAYA JIN / ELVAN KOÇER







