
- 8emîn Rojên Ma Musicê ku ji aliyê Navenda Ma Musicê ve li Amedê tê organîzekirin, di roja duyemîn de bi bernameyeke hunerî ya tije û bi tevlîbûna girseyî berdewam kir.
8emîn Rojên Ma Musicê ku ji aliyê Navenda Ma Musicê ve li Amedê tê organîzekirin, di roja duyemîn de bi bernameyeke hunerî ya tije û bi tevlîbûna girseyî berdewam kir. Di vê şeva taybet de şagirtên ku li navendê perwerdeya muzîkê dibînin, berhem û keda xwe pêşkêşî malbat û hunerhezan kirin. Di çalakiyê de performansên rîtîmjen, piyanojen, defjen, kemanjen, sentûrjen û tenbûrjenan li pey hev derketin ser dikê.
Di bernameyê de mamosteyê Ma Musicê Ferhat Ertaş axivî û bal kişand ser dîroka Ma Musicê û girîngiya perwerdehiya muzîkê. Ertaş diyar kir ku ev 8 sal in ku Rojên Ma Musicê li dar dixin lê ev 9 sal in wekî malbata Ma Musicê li Amedê, di bin banên cuda û di şert û mercên giran de têkoşîna çand û hunerê dimeşînin. Ertaş destnîşan kir ku ji sala 2017an û vir ve bi piştgirî û alikariya gel re ev 9 sal in ku ew performansên zarokên Ma Musicê amade dikin û pêşkêşî gel dikin.
Li dijî asîmîlasyonê berxwedanek
Ferhat Ertaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola muzîkê ya di parastina nasnameyê de û wiha got: “Em di van salan de tenê fêrkirina enstrumanekê nadin zarokan. Li vir fêrkirina her notayekê, her stranekê, her gotinekê û her peyvekê, li dijî asîmîlasyonê berxwedanek e. Em ji bo vê yekê lê didin. Ev encama sebra malbatan, keda mamosteyên Ma Musicê û kedkarên çand û hunera Kurdî ye ku îro derketiye pêşberî we.”
Bername bi lêxistina enstûrmanan û stranê şagirtan berdewam kir. Roja sêyemîn a Rojên Ma Musicê wê bi bernamayên cûr bi cûr berdewam bike.
AW/AMED







