Kurdî dibin her kûçeya bajêr

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Tîrmeh 2026 - 16:00

  • Li Colemêrgê, saziya ziman ZIMAN-DER ku piştî navbereka 10 salan hat vekirin, xebatên xwe bi lez didomîne. Saziyê di demekê kurt de bawername dan 20 kursiyeran û perwerdeya 40 kursiyerên din jî berdewam dike. ZIMAN-DER armanc dike ku Kurdî bibe her kuçeyeka Colemêrgê.

 

Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku li Colemêrgê yekane saziya zimanê Kurdî bû, di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de ku di sala 2016'an de hatibû ragihandin, bi KHK'ê hatibû girtin.

 Li dijî polîtîkayên asîmilasyonê, di sala 2026'an de li Colemêrgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Ziman (ZIMAN-DER) hat avakirin. Komeleyê ji roja avabûna xwe ve di zaravaya Kurmancî ya Kurdî de 20 xwendekar mezûn kirin û bawernameyên wan dan wan. Komele armanc dike ku hejmara xwendekaran zêde bike û Kurdî bibe her kûçeya bajêr.

Hevseroka ZIMAN-DER'ê Esmer Tekîn, der barê polîtîkayên asîmilasyonê yên ku ji aliyê desthilatê ve bi destê qeyûman li bajêr tên meşandin û bandora vê ya li ser nasnameya bajêr de nirxand.

Bêyî Kurdî-Der’ê asîmîlasyon kûrtir bû

Esmer Tekînê bi bîr xist ku nêzî 10 sal berê KURDÎ-DER li bajêr saziyeka bihêz a perwerdeyê bû, lê komele hat girtin û wiha axivî: “Di wê serdemê de çar polên me hebûn. Ji 7 salî heta 70 salî gelê me ji bo hînbûna Kurdî dihat. Perwerde pir xurt derbas dibûn. Hejmareka zêde xwendekar û mamosteyên me hebûn. Gel bi zimanê xwe re dibû yek û xwe bi pêş bixist. Dewletê xwest pêşiya vê bigire. Pêşî qeyûm tayînî şaredariyên me kirin, piştre jî KURDÎ-DER û saziyên me yên ziman girtin. Ji ber ku wan nedixwest gel zimanê xwe hîn bibe, bi hişmend bibe û li dijî asîmilasyonê bisekine. Bi girtina deriyê KURDÎ-DER'ê re polîtîkayên asîmilasyonê hêj kûrtir bûn.”

Ziman-Der bû çavkaniya kêfxweşiyê

Esmer Tekînê destnîşan kir ku ji nû ve vekirina ZIMAN-DER'ê ji bo bajêr pir girîng e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Ji nû ve vekirina ZIMAN-DER'ê ji bo me çavkaniyeka mezin a kêfxweşî û şahiyê ye. Divê her kes vegere ser zimanê xwe, zarokên xwe bîne û xwedî li komeleyê derkeve. Bêguman bila mirov zimanên din jî hîn bibin. Lê zimanê herî girîng zimanê dayikê ye. Pêşî divê em zimanê xwe hîn bibin û biparêzin. Me bi 5 kesan re hemû bar girt ser milên xwe. Di mercên zivistanê de me zehmetiyên mezin dîtin. Tevî vê yekê jî me dizanibû ku hewcedariya gelê me bi vê saziyê heye. Me avahî amade kir, paqijiya wê kir, alavên dersê peyda kirin û di nava nêzî mehekê de serlêdanên xwe yên fermî temam kirin. Serlêdana me di demeka kurt de hat qebûlkirin û me vekirina xwe pêk anî.”

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.