
- Kovara Dîcle ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî weşana xwe ya dumehane didomîne, wekî pireke çandî û ramyarî di nava civakê de cih digire; bi hejmara xwe ya 41’an a nû gihişt ber destê xwendevanên xwe. Kovarê di vê hejmarê de rûpelên xwe ji babetên pir alî, dîrokî û ramyarî re vekiriye û wekî her car, bûye neynika êş, hîvî û vîna gelê herêmê.
Di vê hejmara nû de, bi taybetî bi boneya nêzîkbûna salvegera Fermana Reş a 3’yê Tebaxa 2014’an, ciheke berfireh û kûr ji êş, azar û hêsirên civaka Êzidî ya li Şengalê re hatiye veqetandin. Kovarê bi rêya gotar û analîzên kûr bal kişandiye ser wê trajediya mirovî; lê li aliyê din, bi heman giranî rûpelên xwe ji bo jiyana nû, têkoşîn û berxwedana herdemî ya civaka Êzidî jî vekiriye. Ev beş wekî daxwaznameyeke edaleta veguhêzbar û mafweriyê, dengê Şengalê dighêjîne asoyên bilind.
Manîfestoya Aştî û ronahiya civaka demokratîk
Her wiha, Kovara Dicle di vê hejmarê de cih daye nirxandinên kûr û akademîk ên Abdullah Ocalan ên derbarê “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk”. Di vê çarçoveyê de, pênase û rêyên çareseriya krîzên piralî yên Rojhilata Navîn, rêbazên avakirina jiyana hevpar a gelan û modela neteweya demokratîk hatine şirovekirin. Ev nirxandin ji bo xwendevanan dibin çavkaniyeke girîng a hişmendî û rê nîşandana ramyarî.
Bîranîna Rojnamevan Riyad El-Heyalî
Di rûpelên kovarê de xaleke herî bi wate û dîrokî, sekna wefadarî û parastina mîrasa çapemeniya azade. Hêjayî bibîr xistinê ye ku rojnamevanê hêja yê ji xelkê Mûsilê, Riyad El-Heyalî ku di salên borî de gava Kovara Dicle wekî rojname dihate çapkirin û weşandin, barê giran ê çapkirinê li ser milên wî bû ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû şehîdkirin. Kovarê di vê hejmarê de careke din bîranîna şehîd Riyad û tevahî şehîdên pênûsê bi bîr aniye û daxuyandiye ku ala wan qet li erdê nakeve.
Kovara Dicle bi vê naveroka xwe ya dewlemend, niha li ser refane û li ber destê xwendevan, lêkolîner û dilxwazên wêje û ramyariyê her wisa jî li ser torên mediya civakî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







