‘Xeza bi rengan vedibêje’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Tîrmeh 2026 - 15:15

 

Zanîngeha Dar El-Kelîme îro pêşengeheke hunerên dîtbarî ku wêneyên hunermendên jin û zarokên ji Zîvala Xezayê tîne cem hev, li dar xist. Armanca pêşengehê ew e ku zarok bi rêya hunerê fêrî îfadekirina hestên xwe bibin û tecrûbeyên xwe parve bikin. Pêşengeha bi navê “Xeza bi Rengan Vedibêje”, bi rêya wêne û maketên ku gelek mijarên mîna mal, koçberiya bi darê zorê, girtî û zehmetiyên ku jin pê re rûbirû dimînin vedibêje, hate lidarxistin.

Yek ji koordînatorên pêşengehê Semah El-Qîşewî diyar kir ku piştî êrîşên sê salan ên li ser Xezayê, bajar ji bajarekî rengîn veguheriye kavil û xweliyê. Semah El-Qîşewî destnîşan kir ku di gelek xebatan de mijara hêviyê hildigirin, pêşerojeke hîn baştir û qadên kesk tên xeyalkirin. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kêmbûna malzemeyan, bihayên bilind û pirsgirêkên veguhastinê zehmetiyên mezin çêkirine û hinek hunermend tevî ku berhemên xwe şandine jî, nekarîne bi xwe beşdarî pêşangehê bibin. Her wiha da zanîn ku pêşengeh ji bo hunermend û zarokan derfeteke mezin e ku xeyal û bîranînên xwe yên beriya şer ji cîhanê re vebêjin.

Hunermend Rama Ebû Safiye jî diyar kir ku pêşengeh hem ji bo wê û hem jî ji bo beşdaran ‘çavkaniya hêviyê ye’ û mêvanan jî derfet dîtine ku bi huner û rengan re wext derbas bikin. Rama Ebû Safiye da zanîn ku wê di tabloyên xwe de mijara ‘bendemayîn û hêviyê’ bikar aniye, peyama ‘ger xwestek hebe wê xeyal pêk werin’ daye û di berhemên xwe de mîrata çandî jî dîtbarî kiriye.

JÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.