Newayên ji nav jiyanê; Kilamên Arxawûnê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Tîrmeh 2026 - 17:30

  • Newayên Arxawûnê bi temayên wisan xemilandî ne ku bi awayekî giştî di civakên gundewar û siruştê de tên dîtin. Ew newayên ku ji nav jiyanê tên, di wexta çinîna giya, çûna zozanan, çêrîna pez de û di nav zêmarên li ser miriyan de xwe bi aşkerahî didin der.

 

Ayfer Duzdaş, ku bi piranî stranên gelêrî yên Meletiyê yên kurmancî berhev kirine û ew di nav gel de wek “Kilamên Arxawûnê”, “Devoka Arxawûnê” û “Qaydeyê Arxawûnê” tên zanîn, bi vê albuma di dest we de beşek ji wan stranên berhevkirî mîna diyariyekê pêşkêşî dîroka me ya çandê dike.

Ayfer Duzdaş, hemû berhevkariya xwe ya ku li ser stranên kurdî di navbera salên 2021 û 2022’yan de li gund û bajarokên Arxawûn, Yazîxan, Kureciyan û Hekîmxana Meletiyê kirine, li gor derfetên xwe yên heyî dixwaze wan bigihîne ber destê muzîkhezan.

Hunermend, di wexta xebatên xwe yên li ser berhevkirina van stranan, ji bilî navendên bajar û bajarokan serî li zêdetirî 15 gundan û 18 kesên zarbêj/çavkanî daye û di vê demê de jî bêhtirî 90 stranên kurmancî yên vê herêmê qeyd kirine. Ev stranên berhevkirî ku bi piranî hîn zêde kes bi wan nizane û ew nirxên çandî yên ku li deverê/cihkiyê veşarî mane lê hînterlanda wan xwedî rehenda gerdûnî ye jî, dê bi vê yekê gelemperî bibin.

Bi vê hewla xwe Ayfer Duzdaş kilamên Arxawûnê ku dikin winda bibin û nemînin, wek nirxekî çandî bi dîroka muzîkê dide qazanckirin. Bi vî awayî ev nirxên çandî yên ku hildane bin qeyd û tomarê jî, dê di album an jî albuman de bi cih bike û wek xebata dîroka devkî jî dê veguhêze nifşên dahatûyê.

Newayên ji nav jiyanê

Newayên Arxawûnê bi temayên wisan xemilandî ne ku bi awayekî giştî di civakên gundewar û siruştê de tên dîtin. Têmayên sereke jî li ser evîn û sewdayê, xurbet, mirin û veqetînê ne. Ew newayên ku ji nav jiyanê tên, di wexta çinîna giya, çûna zozanan, çêrîna pez de û di nav zêmarên li ser miriyan de xwe bi aşkerahî didin der.  Newayên Arxawûnê bi piranî bi meqamên wekî “meqamê pîran”, “huseynî”, “ûşaq” û “hîcaza xerîb” tên gotin û strandin.

Meqamê pîran

Kilamên ku li Meletiyê tên gotin hem wek serhewa hem jî wek qaydeyên sivik meriv rastî wan tê. Li aliyê din beyt û duwazên îmaman ku di ceman de, wexta girtina semayê de tên gotin jî, xwedî cihekî giring in. Dîsan mirov li vê dever û êrdimê pir rastî beyt, duwaz û newayên semayê tê ku ew ji felsefeya elewîtiyê ne. Ji van hemûyan re “meqamê pîran/dedan” tê gotin. Lê belê beşeke pir zêde ya ya beytan ji ber asîmilasyonê êdî wisan bûye ku ew bi tirkî tên gotin

Li vê devera hanê, ew beytên ku wek “meqamê pîran” tên pênasekirin, bi Tembûra Pîran a sêtêlî ya dozdeh perdehî, bêyî bikaranîna pêjeneyê bi teknîka ku jê re dibêjin pençe yan jî şelpe, tê îcrakirin.  Li Meletiyê ji bilî Tembûra Pîran, amûrên muzîkê yên ku herî zêde tên bikaranîn saza doxkurt, cûre, klarnet (Erebgîr), dahol û zirne û bilûr (şivan li bilûr û pîpikê didin) in. Di dawetan de jî bi piranî dahol û zirneyê yan jî dahol û klarnete tên lêxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.