Xêz û xêzeçîrokên ‘Bajar’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 28 Hezîran 2026 - 17:00

 

Gerînendetiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Navenda Çand û Hunerê ya ÇandAmedê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû ya Amedê, bernameya danasîna kovara xêz û xêzeçîrokan a ‘BAJAR’ li dar xist. Gelek kes tev li bernameya danasînê bûn. Di danasînê de, hejmara yekemîn a kovara BAJARê hate belavkirin. Kovar di hejmara xwe ya destpêkê de bi zaravaya Kurdî ya Kurmancî dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.

Di danasînê de Rêveberê Beşa Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak, û edîtorê kovarê Dogan Guzel axivîn.

Tahîr Baykuşak axaftina xwe de da zanîn ku ji herî kêm 18 sal in di vî warî de xebatan dimeşînin û ev tişt vegot: “Helbet ji destpêkê ve, roja ku 1898an Kurdistan derket û pişt re li welat nebû, neçar bû ku li xerîbiyê, li Misirê dest pê bike. Niha em kêfxweş û şanaz in wekî Şaredariya Bajarê Mezin ku xebatên pirzimanî, pirzaravayî me daye pêşiya xwe û me kiriye polîtîkaya xwe ya bingehîn, kovareke bi navê ‘BAJAR’ xêzeroman, em di çapa weşangeriya kurdî, li weşangeriya kurdî zêde dikin. Daxwaza me ew e ku kovara me bi hemû zaravayên kurdî were weşandin, bi soranî jî. Em xêzgîniya wê û şahiyeke amade bikin li Başûr û li Rojhilatê welat. Çi şaredariyek, çi parêzgehek ku bixwaze kovar û xebatên xêzeromanê, xêzekovarê ji bo wan amade bike, em ji wan re amade ne daku bi hemû zaravayan ev kovar derkeve. Hêvî dikim temenê wê dirêj û xêzkarên wê zêde bibin.”

‘Hebûna kovarek periyodîk ji bo me gelek girîng e’

Dogan Guzel jî derbarê kovarê de ev nirxandin kir: “Kovara me mîzahî ye. Rast e, gelek hewce ye. Kovar her dem her tiştî di nav xwe de dihewîne, ji ber ku kovar li her derê heye, wekî amûreke ku bi ziman her tiştî bîne ziman. Tiştek heye ku ev kar ne tenê li ser înternetê be. Ez bawer im ev hebe, xêzkarên li Rojhilatê derkevin, li Rojava derkevin û ji bo wan ev kovar dê her hebe. Her wiha amadekarên me yên Soran jî dê hebin. Her wiha li çar parçeyan kovareke periyodîk hebe, ji bo me gelekî girîng e.”

AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.