
- Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran, di sala ewil de di beşa şano, sînema û muzîkê de 440 xwendekar perwerde kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konservatuvara Bajarî ya Aram Tîgran, di sala xwe ya ewil de perwerdeya şano, sînema û muzîkê da 440 xwendekaran. Konservatuvara ku ji ber serdema havînê dê di dawiya meha Hezîranê de navberê bide perwerdeyê, piştî çalakiya dawiya salê ya ku dê di 29'ê Hezîranê de li dar bixe, armanc dike ku di serdema nû de ku dê di meha Îlonê de dest pê bike, di heft beşên cihê de perwerdeyê bide.
Berpirsê Konservatuvarê Ferhat Ertaş daxuyand ku bi serlêdanên serdema nû re dê di heft beşên cihê de perwerde bê dayîn. Ertaş destnîşan kir ku bi serlêdanên ku di meha Îlonê de hatine girtin re, perwerde hem ji bo zarokan hem jî ji bo mezinan hatine destpêkirin.
Ertaş da zanîn ku di sala yekem a perwerdeyê de ji bo mezinan di çar beşên sereke de (şano, sînema, muzîk û ziman û wêjeya Kurdî) perwerde hatiye dayîn û di vê çarçoveyê de 310 ciwanan ji perwerdeya konservatuvarê sûd wergirtiye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo 130 zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 13 saliyê de ne jî perwerdeya bingehîn a muzîkê hatiye dayîn.
Di heft beşan de perwerde
Ertaş diyar kir ku di dawiya meha Hezîranê de dê navber bê dayîn perwerdeyan û anî ziman ku dê di beşên muzîk, şano, sînema, ziman û wêje, wêne, govend, anîmasyonê de perwerdeyê bê dayîn.
Ertaş anî ziman ku di meha Îlona sala 2026'an de serdema nû ya perwerdeyê dê dest pê bike û bal kişand ser wê yekê ku ew armanc dikin li Amedê di asta akademîk de konservatuvarekê ava bikin û ev tişt got: "Armanca me ew e ku wekî piştgirî bidin pisporbûna wan welatiyên ku dixwazin xwe di warên çand, huner û ziman de pêş bixin. Di heman demê de em armanc dikin hunermendên jêhatî yên ku dê berhemên mayînde ji paşerojê re bihêlin, perwerde bikin."
Ertaş diyar kir ku konservatuvar di serdema nû de dê bi bernameyên perwerdeyê yên berfirehtir xebatên xwe bidomînin. MA/AMED
***
Hîlala Zêrîn kursên hunerî da destpê kirin
Navenda Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Hesekê dest bi vekirina kursên havînê yên taybet ji bo zarokên keçîn ên 7 heta 17 saliyê kir. Perwerde bi armanca pêşxistina jêhatiyan û xurtkirina girêdana nifşên nû bi dîrok, ziman û folklora kurdî re hatiye organîzekirin.
Ji rêveberên Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê Bêrîvan Ebdurehman Hisên diyar kir ku li navendê bernameyên ji bo kesên di navbera 20 û 30 saliyê de jî hene. Bêrîvanê diyar kir ku navenda niha li bi giranî li ser perwerdehiya şanoyê mijûl dibe ku nêzîkî 2 meh berê dest pê kiriye, her wiha komên govendên gelêrî yên ji bo keçên 10-15 salî jî hene.
Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku komên şanoya zarokan ji 8 endaman û yên ciwanan jî ji 10 endaman pêk tên. Bêrîvanê da zanîn ku navendê vê dawiyê çalakiyeke taybet ji bo zarokan li dar xist û ew beşdarî festîvaleke şanoyê bûn û şanoya "Em herin seyranê" pêşkêş kir. Bêrîvanê da zanîn ku zarok bingeha siberojê ne, lewma navenda wan bi zarokan re mijûl dibe. Her wiha diyar kir ku armanc ew e ku zarokan ji temenê biçûk ve bi çand, ziman û dîroka xwe bidin nasîn, wan perwerde bikin ku xwe bi pêş ve bibin û nifşên nû bigihînin ku dê vê mîrateya çandî bidomînin.
Bêrîvan Ebdurehman Hisên di dawiyê de got armanca navendê parastina ziman û çanda kurdî ye û da zanîn ku ziman beşeke bingehîn a nasnameyê ye. ANHA
***
Li Amedê perwerdehiya ekolojîk û veguherînê
Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk a Şaredariya Peyasa Amedê, bi beşdariya 1200 xwendekaran, kargehên perwerdehiya ekolojîk û veguherînê li dar xist. Armanca bingehîn a vê xebatê parastina jîngehê, pêşxistina vezîvirandinê û kêmkirina bermahiyên di hemû warên jiyanê bû.
Xwendekarên dibistanên seretayî kom bi kom beşdarî van kargehan bûn ku li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk a di nav Parka 75’an de hatibû organîzekirin. Di bin diruşma “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” de, zarokan di atolyeyên pratîkî de cih girtin.
Di van atolyeyan de çalakiyên wekî “Çêkirina Çenteyên Paçikî”, “Rêwîtiya Tovan”, “Ji Kaxizên Avêtî Çêkirina Kaxizan” û “Çêkirina Êmdankên Çûkan” hatin lidarxistin. Bi van çalakiyên destan, zarokan hem zanîna xwe ya derbarê jiyana ekolojîk de zêde kirin û hem jî bi xwezayê re pêwendiyeke xurt ava kirin.
Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan roja 13’ê gulanê de dest bi van atolyeyan kiriye û di seranserê salê de bi kêfxweşî 1200 xwendekar pêşwazî kirine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Zarok û ciwanên me ne tenê li ser vezîvirandinê, lê her wiha li ser hilberîna domdar û hişmendiya jîngehê fêr bûn. Bi rêya çalakiyên pratîkî, wan dît ku gavên biçûk çawa dikarin bibin sedema guherîneke mezin. Em bawerin ku bi saya van serpêhatiyan guherîneke berbiçav di nêzîkatiya zarokan a li hember xwezayê de çêbûye.”
Şaredariya Peyasê diyar kir ku xebatên ji bo bilindkirina hişmendiya jîngehê, teşwîqkirina vezîvirandinê û pêşxistina şêwazeke jiyanî ya hevseng bi xwezayê re, dê di demên pêş de jî xebatên xwe bidomînin.
NAVENDA NÛÇEYAN







