Peymangeha Vejîn hunerê vedijîne

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Hezîran 2026 - 15:30

 

Peymangeha Vejîn di sala 2019’an de li bajarê Kobanê hat vekirin. Ev navendeke hunerî û muzîkê ye ku perwerdeyeke akademîk di qadên cuda yên muzîkê de pêşkêşî zarok û ciwanan dike. Peymangeh xwendekaran ji temenê 7 saliyê û jor de qebûl dike û derfetê dide wan ku amûra muzîkê ya ku jê hez dikin hilbijêrin. Her wiha peymangeh şevbihêrkên muzîkê li dar dixe û beşdarî mîhrîcan û çalakiyên çandî yên li hundirê bajêr jî dibe.

Peymangeha Vejîn bi rêya waneyên xwe yên perwerdeya muzîkê, roleke sereke ji bo pêşxistina şayanên zarokan di leyze. Ji bo ku zarokan di warê muzîk û stranan de bi şêwazekî akademîk bi pêş bixe roleke sereke dileyze. Ev peymangeh bi van çalakî û rahênanên xwe, hewl dide çand, mîrat û folklora muzîka Kurdî ya xweser a herêma Kobanê biparêze.

Pêşxistina perwerdehiya muzîkê yên li gel zarokan ji bo nifşên pêşerojê gaveke pir girîng e. Ji ber ku xurtkirina hunerî asoyekî fireh ji bo avakirina nifşekî afirîner di warê çandî û civakî de ava dike. Ji ber vê yekê, hebûna navend û peymangehên pispor ên muzîkê di nav civakê de wekî pêdiviyeke bingehîn tê dîtin.

Mamosteya muzîkê ya li Peymangeha Vejîn, Emel Bozan, li ser şêwaz û armanca xebatên navandê axivî diyar kir ku peymangeh û navendên bi vî awayî ji bo parastina çanda herêmê pir girîng in.

Perwerdeya bi şêwazeke akademîk

Mamoste Emel di destpêka axaftina xwe de got: “Li bajarê Kobanê, bi taybetî di salên dawî de, me dît ku asta muzîka profesyonel hinekî paş de çûye. Ji ber vê yekê, em bi rêya vê peymangehê hewl didin perwerdeyeke akademîk pêşkêş bikin da ku şayanên nifşê nû û ciwanan di qada muzîkê de bi pêş bixin. Ev der ji bo fêrbûna stran û lêdana amûrên ku zarok bi xwe hildibijêrin, cihekî gelekî girîng e.” Her wiha Emel Bozan da zanîn ku perwerde li ser gelek amûrên muzîkê tê dayîn, lê hilbijartina amûrê ji zarok û malbata wî re tê hiştin. Diyar kir ku hinek zarok di serî de dest bi amûreke wekî tembûrê dikin, lê paşê dixwazin derbasî amûreke din bibin. Piştî ku xwendekar fêrî amûreke taybet dibe, êdî perwerdeyên li ser deng, rîtîm û solfejê (perwerdeya deng û notayan) pê re dest pê dikin.

Pirranî xwendekar keç in

Hêjayî gotinê ye ku dema peymangeh nû hat vekirin hejmara xwendekaran kêm bû, lê piştî ku xwendekarên navendê beşdarî şevbihêrkên muzîkê bûn û gelê herêmê pêşketina wan dît, eleqeyeke mezin çêbû. Îro hejmara xwendekaran gihîştiye nêzî 150 xwendekarî (keç û xurt) û ev hejmar di betlaneya havînê de hê bêtir zêde dibe. Mamoste Emel destnîşana wê yekê dike ku piraniya xwendekaran keç in û ev yek wekî geşedaneke erênî nirxand û got; “Berê civak ne di pejirand ku jin di qada hunerê de cih bigrin bi taybetî jî muzîk. Pir kêm peyda dibû. Lê îro herêm di warê beşdariya jin û keçan de di hemû qadên jiyanê de, bi taybetî di muzîk û hunerê de, pêşkeftineke berçav dijî.”

NORŞAN EBDÎ-JÎNHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.