Taybetmendiyên romanê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 28 Hezîran 2026 - 15:00

  • Roman di jiyana wêjeyê de xwediyê cihekî taybet e. Beşek ji wêjeyê ye û xwediyê dîrokeke girîng e. Bi taybetmendiyên di nava xwe de vedihewîne cêj û wateyeke din li wêje û hunerê bar dike.

 

Roman cureyên wêjeyî ne ku li ser bûyer û mijarên ku qewimîne an jî dikarin biqewimin disekinin. Taybetmendiya wan a herî girîng a ji cureyên din dirêjahiya wan e. Di romanan de, bûyer û têkilîyên civakî bi awayekî rastîn têne nîşandan. Peyva "Roman" behsa zimanê Latînî yê ku ji aliyê girseyên di nav sînorên Împeratoriya Romayê de dihat axaftin dike. Roman di nava her gelekî de bi demê re pêş ketiye. Di nava xwe taybetmendiyên wî gelî jî vehewandiye. Şopa çand, ziman, erdnîgarî, hafiza, dîrok, kevneşopiyên civakekê di romana wî gelî de cihê xwe girtine.

Di romanê de honandina bûyerê û hevsengî gelekî girîng in. Romaneke baş divê balkêş be û mijareke mirovî hilgire ku her kesî eleqedar bike. Divê rêze û girêdanek hevseng di navbera bûyerên di romanê de hebe. Kesayetiyên di romanê de bi mijara romanê re li seranserê romanê divê lihevhatî bin. Hevsengiya di navbera mijar, kesayet, mekan û demê de hevdu temam dikin û girîng in. Di vir de hostetiya ziman jî elbet girîng e. Nivîskar divê zimanê xwe jî di nava hevsengiyekê de û bi baldarî her wiha bi hostetî bi kar bîne.

Romannivîsek divê bikaribe kesayetên ku di romanê de diafirîne, bi perspektîfeke lihevhatî bihone. Di romanê de meraq jî û herikbarî jî hevdu temam dikin. Bi hev re têkildar in. Di romanan de, divê em girîngiyeke taybet bidin hêmanên wekî; Çîrok, cih, mijar, dem, şêwazê vegotinê, ramanê. Bûyerên di romanan de li gorî planekê têne vegotin. Ev plan wiha ye: Pêşgotin (Ragihandin): Destpêka bûyerên romanê li vir tê dayîn. Pêşveçûn (Çalakiya Bilind): Ev ew beş e ku bûyerên romanê lê pêş dikevin û diqewimin. Encam (Çareserî): Ev ew beş e ku bûyera di romanê de tê zelalkirin û lûtkeya wê tê çareserkirin. Hinek cureyên romanan bi vî rengî ne:Romanên dîrokî, Romanên serpêhatî, Romanên gundan, Romanên analîzên psîkolojîk, Romanên bi mijarên civakî, Romanên detektîv (Romanên ku hestên serpêhatî û heyecanê zêde dikin), Romanên egzotîk (Romanên ku taybetmendî û kevneşopiyên civakî yên welatên biyanî vedibêjin), Romanên realîst, Romanên surrealîst, Romanên civakî.

Roman fikir û ramanên xwîneran pêş dixe. Bandorê li pêşketina xeyalên wan dike. Tûrikê peyvê yê wan dewlemend dike. Dide fikirandin. Hişmeniya mirovan pêş dixe. Bandorê li ser têkiliyên civakî dike. Asoya xwîneran pêş dixe. Ji bo pêşketina civakî girîng e. Her wiha di warê dîroka wêjeyê de girîng e. Dema ku dîroka edebiyatê tê lêkolînkirin, roman wekî xaleke werçerxê ya girîng derdikeve pêş. Roman cureyek vegotinê ye ku cîhana hundirîn, nakokî, raman û veguherînên takekesan û civakan bi hûrgilî nîşan dide. Ji ber vê yekê, roman çi ye, û çima ji perspektîfa dîroka edebiyatê ewqas girîng e? Ev jî pirseke girîng e. Divê mirov dîroka romanê baş bizanibe. Ev yek ji destkeftiyeke wêjeyî ye. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin koka romanê di edebiyata Ewropî ya sedsalên 17 û 18'an de ye. Don Kîşot a Cervantes yek ji mînakên herî kevin ên romana nûjen tê hesibandin. Vê berhemê hêza romanê wekî amûrek ji bo nîşandana veguherînên civakî û takekesî nîşan da. Di sedsala 19'an de, bi saya nivîskarên wekî Balzac, Tolstoy, Dostoevsky û Dickens, roman bû cureyek edebî ya klasîk. Klasîkên cîhanê gelekî girîng in. Û em dikarin bibêjin rêyeke nû li qada wêjeyê vekir.

Hinek roman exlaqê mirov baştir dikin, hinek şêwaza nivîsandin û axaftinê baştir dikin, hinek dihêlin tu bi awayekî din li jiyanê binêrî, hin evîn û dilovaniya di hundirê te de zêde dikin û hinek roman jî baweriya mirovan zêde dikin. Xwendina romanê dihêle mirov xwe keşif bike û siberojeke hîn baş ji bo xwe ava bike. Behreya empatiyê pêş dixe. Behreya fikirandina razber pêş dixe. Mejiyê mirov zindî dike. Her wiha behreya lêpirsînê jî pêş dixe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.