
Johann Wolfgang von Goethe nivîskarekî Alman e ku di navbera 1749 - 1832'yan de jiya ye. Wî di gelek waran de pirtûk nivîsandine. Ji drama, roman, çîrok, destan, helbebt heta otobiyografiyê, gelek berhemên wî derketine. Yek ji wan helbestan niha ji bo kurdî hat wergerandin û çapkirin. Pirtûka bi navê "Dîwana Şerq û Xerbî" ji aliyê Dr. Abdullah Încekan ve ji almanî ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Nûbiharê derket.
Heta niha hin pirtûkên Goethe ji bo kurdî hatibûn wergerandin. Yek ji wan bû ku di sala 2009'an de ji aliyê Arjen Reîf Kosorî û Memê Mala Hine ve hatibû wergerandin û ji Weşanê Perî derketibû. Niha pirtûkek din a Goethe bû kirdî. Ev pirtûk ne roman, helbest e. "Dîwana Şerq û Xerbî" di sala 1819'an de hatiye nivîsandin. Ji wê rojê heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin.
"Dîwana Şerq û Xerbî" yek ji stûnên edebiyata cîhanê ye û ji roja ku çap bûye heta niha cîyê xwe yê taybet her diparêze. Bi form, muhtewa û zimanê xwe ew di kanona edebiyata Ewropî de tekane kitêb e ku di nav du cîhanên ji hev cihê yên “şerq” û “xerb”ê de pirekê ava dike. Ji ber vê taybetiya xwe Eric Ormsby wê di vê sedsalê de jî wekî berhemeke şoreşger bi nav dike.
NAVENDA NÛÇEYAN







