‘Tifaq û yekîtiyê xurt bikin’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 5 Tîrmeh 2026 - 16:00

  • Nivîskar û dîrokzan Îhsan Colemêrgî bal kişand ser xetereya bişaftinê û destnîşan kir ku amûra herî xurt a parastina çandê tifaqa neteweyî û statûya siyasî ye.

 

Zimanê dayikê, ji bo hemû neteweyan nirxa herî sereke ya hebûnê ya jêneveger e. Bi taybetî heke neteweyek bindest be û hebûna wî were înkarkirin, zimanê dayikê dibe xeta sor û têkoşînê. Heke Kurd ku bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşin, ji bo parastina zimanê xwe gavên berbiçav neavêjin, dê bên bişaftin û nasnameya wan winda bibe.

Nivîskar û dîrokzan Îhsan Colemêrgî bal kişand ser girîngiya ziman û banga statuyê ji bo Kurdî kir.

Nivîskar Îhsan Colemêrgî, bal kişand ser girîngiya tifaqa kurdan û metirsiya asîmîlasyonê û destnîşan kir ku pêngava herî sereke û pêşîn a li pêşiya siyasetmedar û rewşenbîran avakirina yekîtiya netewî ye û wiha axivî: “Pêngava herî sereke li pêşiya siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdan, tifaq û yekîtiya kurdan e. Dema tifaqa xwe saz kirin, dê xwedî li nirxên xwe yên netewî jî derkevin. Jixwe ziman jî nirxê netewî yê sereke ye, dê xwedî li zimanê xwe jî derkevin. Kurdan di dîrokê de çi tiştê xwe windakiribin, ji ber nebûna vê tifaqê windakirine, heta yekîtiya ziman çênebe yekîtiya netewî jî çênabe.”

‘Mixabin karesata niha çêbûyî aha ev e’

Îhsan Colemêrgî bi lêv kir ku niha bişaftin gihîştiye asta herî bilind, ziman û çanda gelê bindest gelekî hatiye helandin û wiha pê de çû: “Di pergala mêtingeriyê de dema asîmîlasyon û helandina ziman û çanda gelê bindest pêş de çû, zimanê bindestan nirxê xwe yê dinyadariyê berze dike, êdî em nikarin bêjîn amurekê dinyaderiyê ye. Mirov ji zimanê xwe dûr dikevin û lê xwedî dernakevin. Mixabin karesata niha çêbûyî ev e.”

‘Pêwîst e bibin xwediyê statuyeke siyasî’

Di berdewamiya axaftina xwe de Îhsan Colemêrgî bal kişand ser kêmbûna eleqeya civakê ya ji bo çalakiyên ziman û ev tişt anî ziman: “Mînak heke di çalakiyên Kurdî eleqedar dike de hezar kes hebûna di bajarekî wekî Wanê de me niha behsa van tiştan nedikir. Ji bo ku zimanê kurdî pêş ve biçe, pêwîst e bibin xwediyê statuyeke siyasî. Heta statuyeke siyasî ava nekin, dîsa jî zimanê Kurdî pêş de naçe.”

‘Roj roja yekîtiyê ye’

Îhsan Colemêrgî herî dawî bang li hemû kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Ez dibêjim hemû Kurd bila yekîtiya xwe çêkin. Roj roja yekîtiya neteweyî ye, roja biratiyê ye, roja tifaqê ye.”

SEMA GEZİCİ-AW/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.