Mîmartiya ‘dîwar’ên xelkê!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Adar 2023 - 05:21

  • Me Kurdan gelek dîwar lêkirin ji bo xelkê. Beriya em bibin mîmarê dîwarê xwe, me ji xelkê re avahî çêkirin û me xwe bê dîwar hişt. Dîwarekî ku em pişta xwe bidinê, çênebû. Me xwe bê xanî û mal hişt. Lê heger mîmarên me yên Kurdî piştî vê saetê herin li ser dîwarên xelkê binivîsînin dê dîwarên me yên Kurdî qet çênebin û heta hetayê em ê bê xanî û bê mal bimînin.

ARDÎN DÎREN

 

Dîwarekî ku mirov zanibe ne ti dîwar e û dê qenciya wî li mirovî tinebe, mirov naçe xwe nade ber wî dîwarî. Dibe ku siberojê ew dîwar bi ser mirov de hilweşe, were xwarê û mirov di bin wî dîwarî de bimîne. Nizanim çima, lê em Kurd tim xwe didin ber dîwarên xelkê û gelek caran ew dîwar bi ser serê me de hildiweşe tê xwarê! Ev meseleya nivîsandina nivîskar û rojnamevanên Kurd a li “Gazete Duvar” ku weke malpereke Tirkî hatiye sazkirin, bivênevê gotinên Ehmedê Xanî anîn bîra min: “Lew vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye.” Beriya her tiştî ev dîwarê ku em behsa wî dikin, dîwarekî bi Tirkî ye. Li Bakurê Kurdistanê Kurd herî zêde li vî dîwarê Tirkî dinihêrin, nivîs û nûçeyên li ser vî dîwarî dixwînin û şopînerên herî sadiq ên vî dîwarî ne. Yanî ev dîwar, hema bêje li ser pişta Kurdan hatiye lêkirin, jixwe yek ji rêveberên vî dîwarî jî berê Kurd bû. Yanî bi her awayî mîmarê vî dîwarî Kurd in, wek damezirîner nebin jî, ew weke xwîner mîmarê vî dîwarî ne. Kurd, biqasî ku ji Tirkiya li ser dîwarên xelkê hez dikin, ewqasî jî ji Kurdiya li ser dîwarên xwe aciz in. Ev yek baş tê zanîn û min neyeqîn e ku kes li ber vî tiştî rabe jî.

Beriya ku serpêhatiya nivîskarên din binivîsim, ez behsa serpêhatiya xwe bikim. Beriya 3 salan min jî nivîsek bi Kurdî li ser vî dîwarî nivîsî. Piştî nivîs hate weşandin, min xwest berê xwe bidim nivisê û lê binihêrim bê ka çawa hatiye weşandin. Qederê nîv saetekê ez li nivîsê geriyam. Min malpera vî dîwarî serobin kir heta ku gihîştim nivîsa xwe. Yanî ez bibêjim, min bi zorê nivîs dît. Weke ku hinekan bi zanebûn nivîs veşartibin. Wekî din bi ti awayî nayê îzahkirin. Jixwe, piştî vê serpêhatiyê, min careke din tiştek nenivîsand li ser wî dîwarî. Lê bi wextê re Kurdên ku bi Kurdî dinivîsandin xwe li vî dîwarî girtin û li ser nivîsandin. Bi demê re hin nivîskarên bi qîmet ên weke Rênas Jiyan û Selîm Temo jî nivîsandin. Herî dawî jî Dilawer Zeraq li ser vî dîwarî bi Kurdî nivîsand. Ez behsa Kurdên ku li ser vî dîwarî bi Tirkî dinivîsînin yan jî dinivîsandin nakim, jixwe. Ji lewre, ew tim mîmarê dîwarên xelkê bûne û dîwarên Kurdî qet bala wan nekişandiye.

 

Va ye Kurdî jî heye ha!

Li gorî min normal e ku nivîskarek bixwaze xwe bigihîne xwînerên zêdetir. Dema dîwarek bêhtir were şopandin, bi awayekî xwezayî mirov dixwaze li ser wî dîwarî çend gotinan binivîse. Lê heger xwediyên wî dîwarî jî bi qîmeta nivîskar zanibe û nivîsên wî derxe pêşiya xelkê weke yên nivîskarên din. Ji ber ku ev dîwar ji serê ewilî ve ji bo Tirkî hatiye sazkirin. Dema mijar dibe Kurdî, weke ku bibêjin, “Hûn tenê dikarin bi tîpên piçûk, li keviya dîwar binivisînin. Navenda dîwar û cihên ber çav ên beloq ji were qedexe ne!” Xwediyê vî dîwarî eynî bi vî awayî nêzî Kurdî dibin û muameleyeke bi vî rengî dikin bi wan kesan re yên ku bi Kurdî dinivîsînin. Yanî mesele giş ev e; va ye Kurdî jî li ser dîwarê me heye ha! Xwedêgiravî ber dilên me Kurdên ku li ber dîwarên xelkê ne bi vî awayî xweş dikin. Ji vê zêdetir, tiştekî din nîne.

 

Dîwaran dagir bikin lê bi şertekî

Bi ya min nivîskarên Kurd dikarin bi Kurdî li ser her dîwarî binivisînin. Bila her tim şûrê wan ji kalan kişandî be di meseleya ziman de û bejna xwe li ber kesî netewînin. Heta ji wan tê bila sînorên Kurdî fireh bikin û dîwaran dagir bikin. Ev yek mafê wan e. Lê bi şertekî, divê ew bi zimanê Kurdî dagir bikin van dîwaran. Ji derveyî dîwarên Kurdî, tenê mirov bi vî şertî bila karibe li ser dîwarên Tirkî binivîse. Ez di vî tiştî de xerabiyekê jî nabînim. Piştî ku mirov gotina rast bi Kurdî got, mesele tine ye. Lê dema mirov zanibin ew dîwar ne dîwarekî qewî ye û siberoja Kurdî li wir nîne, çima mirov pişta xwe didinê, pal didin wî dîwarî? Çima dibin mîmarê dîwarên xelkê? Piştî mirov bi vê rastiyê zanibe, divê mirov hinekî li ser vê yekê bifikire û bîra hin tiştan bibe. 

Erê, em li ser dîwarên xaniyên xelkê binivisînin û xaniyên wan xweşiktir bikin, lê ku xwediyê xanî jî bi qedrê me zanibe û qîmetê bide zimanê me! Yanî ji vî dîwarê ku xwe ne ji dêrê dike û ne jî ji mizgeftê dike, qewîtir dîwarên bi Kurdî jî hene. Ev dîwarên bi Kurdî her çiqas ne baş bin jî qet nebe weke vî dîwarî durû nînin. Helbet divê ev dîwarên Kurdî jî qedrê niviskarên xwe zanibin û wan bi her awayî tenê nehêlin. Li wan xwedî derkevin da ku nivîskar jî dîwarên xelkê ji xwe re nekin war û pişta xwe bi wan dîwaran qewî nekin. Wekî din divê dîwarên bi Kurdî jî weke dîwarên xelkê xweşik bin û nivisên xwe bidin xwendinê. Nehêlin ku mîmarên dîwarê Kurdî birevin ser dîwarên xelkê û di bin wan dîwaran de bimînin yan jî bi ser bikevin!

 

Kurdî çiqas ‘almas’a me ye?

Beriya Rênas Jiyan li ser vî dîwarî binivîse, hevaleke rojnamevan jî bi hevpyevînên xwe yên Kurdî li ser heman dîwarî nivîsî. Lê ji ber peyva “Kurdistan”ê wan li hev nekir û wê hevalê jî nema li ser dîwarê wan nivîsî. Ji lewre wan biryar dabû ku bi Tirkî ji herêma Kurdistanê re bibêjin “bölge” û di nivîsên Kurdî de jî heman polîtîka ferz dikirin. Yanî rasterast peyva Kurdistanê li ser vî diwarî dihat sansurkirin! Jixwe, piştî ku Rênas Jiyan jî li ser vî dîwarî çend nivîsên Kurdî lê kirin, ev sansur û durûtiya wan dît. Wî helwêst nîşanî vê yekê da û ji raya giştî re got; “Gava ‘gazete Duvar’ ji bo ez ji wan re binivîsim nivîs xwestin, şertê min ev bû: Divê hûn ferqê nexin navbera nivîsên Kurdî û Tirkî. Lê ferq xistinê. Biqasî nivîs û nivîskarên Tirkî qîmet nedidan ên Kurdî. Li ser malpera xwe di lîsta nivîskaran de cî nedidan nivîskarên Kurdî. Nivîskarên Kurdî hem hebûn hem jî tune bûn. Nivîsên Kurdî wek ên Tirkî dernedixistin pêş, di rojnamê de vedişartin. Mirov qusûr û eyban, tiştê ku jê fedî dike, ê jê ditirse vedişêre. Ji ber wê ez hew ji wan re dinivîsim. Min dev jê berda. Kurdî ‘elmas’ê min e…” Gotinên Rênas Jiyan rasterast îşaret bi sansurê nekin jî, nêzîkatiya vî dîwarê Tirkî ya li hemberî Kurdî nîşan didin. Helwêsteke şaîrane bû ya Rênas, wî xwest elmasê xwe tenê li ser dîwarên ku qîmetê didin Kurdî, bibiriqîne. 

 

Heger dîwar cidî û dilsoz e…

Heger dîwar (gazete duvar) di meseleya Kurdî de cidî û dilsoz e, bila beşeke Kurdî veke û nivîsên Kurdî di nav malperê de veneşêre. Heger dîwar di meseleya Kurdî de ne durû ye bila Kurdî jî li ser dîwarê xwe weke Tirkî derxe pêşiya xelkê. Heger dîwar ne durû ye bila ferqê nexe navbera Tirkî û Kurdî. Tiştê dizanim bingeha wan ji bo vê yekê guncaw e û di hêla aborî de jî tengasiyeke wan tine ye. Nexwe pirsgirêk çi ye? Va ye li Amedê jî ofîsek ji xwe re vekirine û diyar e, hedefa camêran xelkê Kurd e. Li gel ku derfetên wan ji bo vê hene jî niha halê hazir pêngaveke wan ya bi vî rengî tine ye û Kurdî li ser dîwarê wan hebe yan jî tine be, ji wan re ferq nake. Ev yek jî nîşan dide ku ew di vê meseleyê de ne cidî ne û Kurdî weke “qusûr” dibînin! 

 

Li ber dîwarên xelkê telef nebin

Me Kurdan gelek dîwar lêkirin ji bo xelkê. Beriya em bibin mîmarê dîwarê xwe, me ji xelkê re avahî çêkirin û me xwe bê dîwar hişt. Dîwarekî ku em pişta xwe bidinê çênebû. Me xwe bê xanî û mal hişt. Birîna sedsalan a ku nakewe. Lê heger mîmarên me yên Kurdî piştî vê saetê herin li ser dîwarên xelkê binivîsînin, dîwarên me yên Kurdî dê qet çênebin û heta hetayê em ê bê xanî û bê mal bimînin. Ji lewma, divê mîmarên Kurdî li ser her dîwarî nivîsan lê nekin, heger lêkirin jî divê karibin bi wan dîwaran xaniyekî ji Kurdî re ava bikin. Nexwe dîwarên biyanî dê tim bi wan, ji xwe re dîwaran lê bikin û xaniyê wan yê heyî jî hilweşînin!  

Ez nivîsa xwe bi gotina Seyda bi dawî bikim; “Hoşîyar bî! da nekî umrê xwe bê hasil telef” û ji mîmarên li ser dîwarên xelkê dinivîsin re bibêjim, emrê li ber dîwarên xelkê telef e! Her wiha nivîsên li ser dîwarên xelkê jî pûşê li ber bê ye, ti war û ax ji wan re nîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.