Milyonek mirov ji cih û warên xwe bûn

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 16:13

Serokkomarê Somaliyê, Hasan Şêx Mohamûd diyar kir ku ji ber lehiya zêde ev çend hefte ne li Somalî rabûye, zêdeyî milyonek mirovî ji cih û warê xwe bûne.
Serokkomarê welêt, ragihand ku ji ber lehiyê zêdeyî milyonek mirovî ji cih û warê xwe bûne û 101 kes jî mirine.

Herêma Qoçê Efrîkayê di bin bandora giran a rewşa nebaş a hewayê de ye ku tê gotin, pêwendiya xwe bi fenomena hewayê ya El Nîno re heye. Bi taybetî ji ber barana zêde pir hilweşiyan, avê da ser cih û warê mirovan û bi dehan kes mirin.

Li Somaliyê ji ber lehiyê mirov bi rengekî girseyî ji cih û warê xwe bûn. Serokkomar Hesen Şêx Mohamûd bi daxuyaniyekê got, "Welatê me di rewşeke krîtîk de ye û li her derê lehiyê bandor li gelê me kiriye."

Rayedarên li paytext Mogadîşûyê ji ber lehiyê di 12'ê Mijdarê de rewşa awarte ragihandibû.

Li Kenyayê jî ji ber rewşa nebaş a hewayê herî kêm 120 kes, li Etiyopyayê 57 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.