Milkê Şengaliyan li wan vegerandin

Duşem 2 Çile 2023 - 02:03

Hikûmeta Iraqê ya nû biryarek da û neheqiyeke ku qederê nîv sedsalê dewam kir bi dawî kir. Bi Peymana Cezayîrê sala 1975´an a di navbera Şahê Îranê û Hikûmeta Baesê ya li Bexdayê de PDK û Mele Mistefa Barzanî aşê têkoşîna ji bo mafê Kurdan ji aliyê xwe ve betal kirin. Vê yekê nexasim jî felaket bi serê Êzîdiyan de anî. Hikûmeta Beesê ya hingê, 146 gundên Êzîdiyên Şengalê ji wan stendin û Êzîdiyên li van gundan li 11 kampêan bi cih kirin. Pê re jî wan pêleke dijwar a asîmîlekirina Êzîdiyan da destpêkirin; li gorî vê projeyê diviyabû Êzîdî xwe weke Ereb bibînin. Piştî wê hema hema bi nîv sedsalî, desteya wezîran a nû ya Iraqê biryar da ku van gundan û milkê wan li xwediyê wan vegerîne.    

Sala 1975´an, deweta Iraqê bi desthilata Beesê, 146 gundên Êzîdiyên Şengalêî ji wan stendin, dest danî ser milkên wan. Xelkê van gundan jî li “gundên komî” bi cih kirin. Ev gundên komî esas kampên komî bûn, hepsên servekirî bûn. Herçî malên li gundan bûn jî, ji bo ku xelk li wan venegere, hatin rûxandin.

Hema hema piştî bi nîv sedsalê, desteya wezîran a hikûmeta nû ya Iraqê, biryarek da, da ku milkê Êzîdiyên Şengalê li wan vegerîne. Di daxuyaniya li ser biryarê de desteya wezîran got, “Biryar her wiha wan milkên Êzîdiyan dihewîne, ewên ku li navçeya Şengalê ya wilayeta Nînovayê ji 1975´an ve ne şên in.”  

Wekî din wê bi rêya desteyê texmînê, zirara xwediyên erdan were qerebûkirin. Yanî dewleta Iraqê heger bi ya vê biryara xwe bike wê tezmînatê bide xwediyên milkan. 

 

Neheqiyeke mezin hat kirin

Çavkaniyeke nêzî desteya wezîran ji rojnameya Şerq el-Ewset re got, “Rejîma berê erd û milkên Êzîdiyên li Şengalê desteser kiribûn. Neheqî li wan hatiye kirin û ew derkirine.Ji ber siyasetên cihêkar, li devera Çiyayê Şengalê Êzîdiyên Iraqî ji 146 gundan hatin tehcîrkirin. Ev gund hatin tinekirin, yanî xaniyên wan hatin hilweşandin, bîr û kanî hatin zuwakirin bi wê yekê ku beton berdan ser wan. Erd û baxçe jî bi erdê re kirin yek. Xelkê wan paşê li 11 kampên li bakur û başûrê Çiyayê Şengalê bi cih kirin û nehiştin ku xelkê gundan careke din xwe nêzî gundên rûxandî bikin.”

 

48 salan ti tişt nekirin

Heman çavkaniyê got, zerarên cihê yên aborî û civakî li Êzîdiyên Şengalê bûye, û wiha peyivî: “Tevî ku hingê xelkê gundan cotyar û xwediyên pez bûn, rejîma hingê nehişt ku zeviyên xwe biçînin, li rez û baxçeyên xwe çandiniyê bikin. Ji ber ku tapoyên malên wan nebûn Êzîdiyan 47-48 salan nekarî ti karûbarê jê re tapû lazim bû, bikin. Nekarîbûn krêdiyên deyn bikin. Lê bi fermana hikûmet û serokwezîrê nû ev meseleya 47 salan di 10 rojan de hal bû.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.