Mihrîcanê govend xweş kir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Gulan 2023 - 05:46

  • Mihrîcana Govendên Kurdistanê a 34’an li bajarê Elmanyayê Hannoverê hate lidarxistin. Di mihrîcanê de 23 govendên herêmên Kurdistanê hatin nîşandan. Koma ku ji bajarê Salzgitterê beşdarî mihrîcanê bû, govenda herêma Wêranşarê nîşan da û bû koma herî serketî ya mihrîcanê.

Mihrîcana Govendên Kurdistanê ku yek ji rêûresmên herî demdirêj ên Kurdistaniyên li Ewropayê ne, îsal cara 34'an hate lidarxistin.

Mihrîcan îsal bi dirûşma "Çanda me nasnameya me ye" li bajarê Elmanyayê Hannoverê pêk hat û du rojan dewam kir. Di roja dawî de 23 komên govendê hunerê xwe pêşkêşî jûrî û bi hezaran Kurdistaniyên beşdarê mihrîcanê kir. Di Mihrîcana îsal de Koma Şiyar a ji bajarê Salzgitterê bû koma herî serketî ku govenda herêma Wêranşarê nîşan da. Mamosteyê govendê Welî Botî diyar kir ku ciwanên Kurd şahiyeke çandê pêk anîn, lewma jî serketiyê dilan e.

Yilmaz Kaba û Berfîn Hêzil mihrîcan pêşkêş kirin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, Hozan Xanemîr, hunermend Diyar Mehrovî, Baran-Serhat û Serhan derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

 

Xwedîderketina li çandê muhim e

Mamosteyê govendê Welî Botî li ser navê komîteya amadekar axivî û anî ziman ku mihrîcan ji pêşbirkê wêdetir, şahiyeke çandê ye, lewma jî hemû ciwanên ku tevlî vê çandê bûne di dilan de bûne yekemîn. Botî got, "Ya girîng xwedîderketin û parastina vê çandê ye."

Nûnera TEV-ÇAND'ê Dîrok Viyan jî anî ziman ku çalakiyên bi vî rengî bersiva herî baş a li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ye ku dijmin ferz dike. Wê her wiha got, "Çawa ku di şer û siyasetê de em li ber xwe didin, ji aliyê çandê ve jî em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."

Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Rêwî Rêdûr jî got, ji bo wan cihê rûmetê ye ji ber ku mêvandarî ji çalakiyeke bi vî rengî re kirine: "Em ciwanên xwe pîroz dikin, ji ber ku xwedî li çandeke bi vî rengî kevnare derdidkevin."

 

Herêmên Wêranşar û Bedlîsê bi ser ketin

Pêşbirkê, yekşemê tevahiya rojê dewam kir, komên govendê bi performansa xwe hewl dan pûanan ji jûrî wergirin. Li gorî vê yekê Koma Şiyar a ku ji bajarê Salzgitterê tevlî mihrîcanê bû, bi govenda ji herêma Wêranşarê bû koma yekemîn. Koma Evîna Welat a ji bajarê Basel ê Swîsreyê tevlî mihrîcanê bû, bi lîstika ji herêma Bedlîsê xelata duyemîniyê wergirt. Koma Laleş a ji Celle tevlî bû jî bû sêyemîn.

Koma Faraşîn û Koma Şehîd Delîl Çiyager ên ji Berlînê tevlî mihrîcanê bûn, hêjayî Xelata Taybet a juriyê hatin dîtin. 

Koma jinan “Koma Evîna Welat” Xelata Kostumên Herî Baş wergirt. Koma Kulîlkên Welat a ji bajarê Elmanyayê Duisburgê, hêjayî Xelata Lêkolînê hate dîtin.

 

23 kom û 23 herêm

23 komên ku beşdarî mihrîcanê bûn, 23 govendên gelêrî yên herêmên cuda nîşanî xelkê dan. Komên ku beşdarî Mihrîcana Govendên Kurdistanê bûn ji herêmên cur bi cur ên Kurdistanê nimûneyên govedan derxistin ser dikê û govend gerandin.

Kom û herêmên ku beşdarî mihrîcanê bûn ev in;

Govenda Bêrîvan (Wesel) Semsûr; Evîna Welat Bi Hev Re (Basel) Bedlîs, Koma Zarokên Rojê (Wesel) Amed; Koma Kaniya Spî (Celle) Amed; Koma Feraşîn (Berlin) Agirî; Koma Nûdem (Kiel) Riha; Govenda Arya-Mara (Köln) Riha, Koma Demhat (Zürich) Wan; Koma Kulîlkên Welat (Duisburg) Midyad; Koma Şehîd Delîl Çiyager (Berlin) Wan; Govenda Şehîd Serhat (Lerthe) Wan; Govenda Rojbîn (Paris) Riha; Koma Laleş (Celle) Colemerg; Koma Şiyar (Salzgitter) Weranşar; Govenda Nergizên Çiya (Den Haag) Gimgim; Govenda Baran (Koln) Bedlîs; Govenda Romanî (Köln) Qers; Govenda Ar (Wupertal) Çewlîk; Kome Dersim (Dortmund) Agirî.

ANF/HANNOVER

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.