33’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 7 Hezîran 2022 - 05:24

ZEYNEP GUNER/DUISBURG

 

33’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê roja şemiyê û yekşemê li li bajarê Duisburgê a Elmanyayê pêk hat. Mîhrîcan ku dîlanên gelêrî yên Kurdistanê lê tên pêşkeşkerin, festîvala herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewrûpayê ye. 

Komên govendê roja şemiyê di saet 10'an de li ber Rheinhausenhalle a li bajarê Dûisburgê li hev civiyan.

Lîstikvanên govendê yên ji gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê li hev civiyan, li derdora salonê tûreke meşiyan û dûvre li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Dûvre komên govendê derbasî salonê bûn, pişk hatin avêtin ji bo rêzên komên diyar bibin. Li duh pişkê koman provayên xwe dest pê kirin.

Roja duyemîn de Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pêşkeşvaniya Mîhrîcanê ji aliyê Leyla Ekîncî ve hate kirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Mistefa Şahîn axifî.