Mihrîcana ŞanoWanê dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Îlon 2022 - 01:36

Di roja diduyan a Mihrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê de lîstika "Serbaz" hat lîstin.

Mihrîcana Şanoyê ya ŞanoWanê ya 3'yan bi dirûşmeya “Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê” tê lidarxistin. Mihrîcan dewam dike. Mihrîcan li dika ŞanoWanê ya li Navenda Danûstendinê ya Aydin Perîhanê tê lidarxistin. 

Batman Yenî Sahne pêr bi lîstika "Serbaz" derket ser dikê. 

Xelkê gelekî hez kir ji lîstika "Serbaz". Ji ber ku bilêtên lîstikê hemû qediyan, kesên bilêt bi dest wan neketin, li ser nêrdewanan li lîstikê temaşe kirin. 

Mihrîcan dê bi lîstikên “Bir kadın uyanıyor” (Jinek şiyar dibe) û “Pîrîmîs” bidome. 

WAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.