CÎHAN BÎLGÎN / ANHA
Kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' di 10'ê Cotmehê de li bajarê Fransayê Strasbourgê hate ragihandin û li 74 navendên cîhanê dest pê kir. Niha ev kampanya gihîştiye 100 navendan. Ji çar aliyên cîhanê, bi sedan akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar, siyasetvan, rojnamevan, sendîkavan û rêxistinên sivîl tev li kampanyayê dibin. Yek ji kesên tev li kampanyayê bûye jî rojnamevana Japon, Îkuko Katsûmata ye.
Îkuko Katsûmata, sala 1991’ê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiribû. Li ser hevpeyvîna xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re Katsûmata got, “Birêz Ocalan digot, hilweşîna sosyalîzmê li Ewrûpaya Rojhilat û Yekîtiya Sovyetê ne ji ber şaşbûna sosyalîzmê bû, lê ji ber ku sosyalîzm bi rengekî rast nehate meşandin. Lewma ew ê ‘li pey rastiyê’ be. Birêz Ocalan her wiha gotibû, ew ê bala xwe ji têkoşîna çekdarî vegerîne ser têkoşîna siyasî.”
Ez derbarê Ocalan de xelitîm
Îkuko Katsûmata wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzî 25 sal e dewleta Tirk birêz Ocalan dîl girtiye û cezayê darvekirinê li wî birriye û ji ber rakirina cezayê darvekirinê li Tirkiyeyê, ew ceza veguheriye cezayê muebbetê. Tê bîra min; wan rojan min hewl dida bêyî înternetê xwe bigihînim nûçeyan ji Tirkiye û Ewrûpayê. Tevî ku li gelemperiya cîhanê çalakiyên protestoyî yên li dijî girtin û darizandina birêz Ocalan gelekî bi hêrs bûn jî, gelek kesan digot Ocalan û tevgera wî wê bi demê re bi paş bikevin. Ez li xwe mikur têm; ez jî yek ji wan bûm lê ez jî xelitîm.”
Ti carî ramanên wî wenda nabin
Îkuko Katsûmata dibêje, ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi hêviya aştî û azadiyê di nava hemû gelan de mezin bûne û wiha dipeyive: “Ramanên birêz Ocalan ên ji hucreyeke girtîgehê ya li girava Îmraliyê derketine, wê ti carî ji holê ranebin.”
Rojnamevan Îkuka Katsûmata Rêber Abdullah Ocalan weke navnîşana aştiyê bi nav dike û dibêje, “Birêz Ocalan ramangerekî girîng e. Ew ramangerekî bi hev re jiyanê ye. Ez bang li her pêşengê li Tirkiyeyê dikim; heger hûn ji bo mirovan aştiyê dixwazin, pêwîstiya we bi çek û gefan nîne. Hûn dikarin deriyê hucreya girtîgehê vekin. Ez pê bawer im ku birêz Ocalan mifteya siberojê ye.”
Îkuko Katsûmata kî ye?
Rojnamevan Îkuko Katsûmata li paytexta Japonyayê Tokyoyê jidayîk bûye. Piştî ku di salên 1990’î de çend salan li Bahreyn, Viyana û Londonê maye, niha jî li bajarê Kyoto yê Japonyayê dimîne. Di havîna sala 1991’ê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiriye. Pirtûkeke bi navê “Kurd: Dîmenê Îroyîn ê Mirovên Bêdewlet” nivîsandiye.