Midûra wargehê pirs nebersivand

Çarşem 8 Çile 2025 - 02:30

Pirsên der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş a 21 salî ya xwendekara pola yekem a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê ya Beşa Pêşketinê ya Zarokan de hîna nehatine bersivandin. Cenazeyê Rojîn Kabaîş a ku 27’ê Îlonê danê êvarê saet di 18.30’an de piştî ku ji Wargeha Keçan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê derket, careke din agahî jê nehat, piştî 18 rojan li texma gundê Molla Kasim a 20 kîlometre dûrî peravê hat dîtin. Biryara veşartî ya di dosyeya lêpirsînê de, nûçeyên ku ji aliyê medyaya sereke ve ji bo afirandina têgihîştina "xwekuştinê", windabûna şarja telefonê ya duyemîn a di nav eşyayên wê de, li ser cenaze tespîtkirina DNA ya du mêran, redkirina hevdîtinê ji aliyê hevala wê ya odeyê, piştî windabûna Rojînê bi rojekê ji aliyê rayedarên wargehê ve xeber şandina ji malbatê, gumanên der barê dosyeyê de xurt dikin. Rojîn Kabaiş a ku di 25'ê Îlonê de ji bo xwendina zanîngehê ji Amedê hat Wanê, tevî bavê xwe Nîzamettîn Kabaiş li Wargeha Keçan a Seyyid Fehîm Arvasî ya li kampusa YYÛ'yê bi cih bû. Rojîn Kabaiş a ku tenê 2 şevan li wargehê ma, êvara 27'ê Îlonê saet 18.30'an piştî bi diya xwe re bi vîdeoyê bi telefonê axivî, ji wargehê derket û biçe bazarê. Lê malbata Rojîn Kabaiş a ku careke din venegeriya wargehê, rojek şûnde ji aliyê rayedarên wargehê ve hat agahdarkirin. 

Cenaze di 15’ê Cotmehê de dîtin 

Di roja 13'emîn a lêgerînê de cara ewil li qeraxa Gola Wanê laçik hat dîtin. Dema ku xebatên lêgerînê li qada ku laçik lê hatibû dîtin zêde bûn, 5 roj şûnde di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê hat dîtin. Di navbera cihê ku Rojîn Kabaîş herî dawî lê hat dîtin û cihê ku cenazeyê wê lê hat dîtin 20 kîlometre mesafe heye. Pisporan diyar kir ku îhtîmaleke pir kêm e ku ev mesafe hatibe derbaskirin. Di navbera her du xalan de Girava Çarpanak û Çarpanak Burnu ya heye. Her wiha ji aliyê pisporan ve hat diyarkirin ku herikîna li Gola Wanê bi awayekî rûtîn berevajî ye. Ev tesbît di nav detayên pêşîn de bûn ku gumanan xurt kirin.

Şimikên zer li ku ne? 

Di dîmenên ku di kamerayên ewlehiyê de hatin kişandin de tê dîtin ku Rojîn Kabaîş bi şimikên zer ên plastîk ji wargeha ku lê dima derdikeve. Lê belê der barê van şimikên Rojîn Kabaîşê de agahî nehat girtin. Ev yek der barê bûyerê de bêtir pirsan dike. Rojîn Kabaîş piştî xwarina şîvê li wargeha ku lê dima, bi dayika xwe re 11 deqîqeyan bi dîmen axiviye. Ev sohbeta Rojîn Kabaîş a ku bi dayika xwe re, wekî hevdîtina dawî ya bi malbatê re hat tomarkirin. Lê ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê, Rojîn Kabaîş herî dawî bi telefonê bi dêya xwe re neaxiviye, bi hevala xwe ya odeyê re axiviye ku di qeydên midûriyeta polîsan de ev yek heye. Ne eşkerekirina vê hevdîtinên gumana gelo çi tê veşartind ide der. 

Derbên li ser laşê wê 

Otopsiya Rojîn Kabaîş roja ku cenaze wê hat dîtin li Saziya Tipa Edlî ya Wanê (ATK) hat kirin. Baroya Wanê ya hat ber ATK'ê destnîşan kir ku divê bijîşkekî serbixwe jî beşdarî otopsiyê bibe. Li ser vê yekê bijîşkê ku wekaleta malbatê girt, beşdarî otopsiyê bû. Bijîşk diyar kir ku li pişt çok û li ser pişta Rojîn Kabaîşê derb hebûne û her wiha li derdora stuyê wê jî tiştên neasayî hebûne. Di rapora otopsiyê de hat derpêşkirin ku sedema mirina Rojîn Kabaîşê "xeniqandin" yanî hat gotin ku Kabaîş di avêt de xeniqiye û têkildarî derbkirin û êrişeke zayendî tu tişt nehatine dîtin. 

Çi bi serê Rojînê hat?

Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Parêzer Mariye Doğruci Borazan got:“Meraq dikim gelo Rojîn 18 rojan li wê derê mirî ma? An jî ew mirinek bû ku paşê qewimîbû? Ev ji bo me pirsên pir girîng in û dê dosyayê bi awayekî cidî pêş bixin. Di rapora yekem a ATK'ê de der barê vê de tu bersiv nehat dayîn." Di ser dîtina cenazeyê Rojîn Kabaîş re 84 roj derbas bûn, lê dosye hê jî nehatiye zelalkirin. Bi daxuyanî û kampanyayên medyaya dîjîtal hema hema her roj tên kirin, pirsa "Çi hat serê Rojîn Kabaîş?" tê kirin. Lê belê ji ber biryara astengkirinê ya ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin, parêzer jî nizanin ku di dosyeyê de çi heye. Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 16’ê Cotmehê de derbarê dosyeya Rojîn Kabaîşê de biryara veşarî dabû. Malbata Kabaîş û Baroya Wanê ji bo rakirina vê biryara veşarî serlêdan kirin. Lê serdozgeriyê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji bo rakirina biryara veşarî dest bi kampanyayê kir.

Midûra wargehê bersivê nade 

Bav Nîzamettîn Kabaîş di hevpeyvîna xwe ya 3’yê Çileyê ya ji ajansa me re tekez kir ku tê xwestin ku di ser "xwekuştinê" re dosyaya keça wê bê girtin. Bav Kabaîş got:"Me gelek caran xwest ku bi hevala Rojînê re biaxivin, lê midûra wargehê rê li me girt. Keçikê telefona me asteng kir. Yanî tiştekî dizane, ji ber vê jî direve." Me xwest em xwe bigihînin Gerînendeya Wargehê Eda Turkoglu Ugur, lê mixabin sekretara wargehê diyar kir ku Eda Turkoglû Ûgûr naxwaze di vî warî de baixive. 

MA/RÛKEN POLAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.