
- Kuxik bi piranî "mêvanekî nebaş" e ku divê em demekê tehemûl bikin. Dermanê herî baş dem, pratîka bêhnvedanên kûr û şilemenî (av) ye. Antîbiyotîkan tenê bi şîreta bijîşk bi kar bînin.
SERHED SONMEZ
Zivistan hat û li derdora me dengê kuxikê zêde bû. Gelo kuxik her dem sedema tirsandin e? Divê em kengî biçin cem bijîşk? Nexweşên min gelekî caran vê tiştê ji min dipirsin.
Kuxik yek ji sedemên herî belav e ku mirov jê diçe cem bijîşkê malbatê (Hausarzt). Lê belê, gelek caran kuxik ne nexweşiyeke xeternak e, lê bertekek (refleks) bedena me ye ji bo paqijkirina sîng û riyên hewayê ye.
Kuxik mekanîzmayeke parastinê ye. Laşê me saya wê de hewl dide ku mîkrob, toz an belxemê ji pişikan (cegerên spî) bavêje derve. Ji ber vê yekê, di destpêkê de birîna/sekinandina kuxikê bi riya dermanan ne baş e, ji ber ku kuxik rê dide ku sîng paqij bibe.
Sê qonaxên kuxik henin:
-Kuxika “tûj“ (akut) ji nişka ve dest pê dike û bi piranî di nav 3 hefteyan de derbas dibe. Sedema wê piranî vîrus in (grîp an serma). Em ji kuxika ji 3 heta 8 hefteyê re dibêjin “subakut“.
-Kuxika “demdirêj“ (kronîk): Heke kuxik ji 8 hefteyan zêdetir dewam bike, jê re "kronîk" tê gotin. Sedem dikarin cixare, astim (asthma), an pirsgirêkên mîdeyê/soricikê (refluks) bin.
-Kuxika Sermayê / Grîpê
Bijîşkên malbatî çi pêşniyar dikin?
Piranîya kuxikan ji ber vîrusan çêdibin. Di vê rewşê de, antîbiyotîk qet feyde nakin. Antîbiyotîk tenê li dijî bakteriyan kar dikin, ne li dijî vîrusan. Bikaranîna nehewce ya antîbiyotîkan zirarê dide bedena me. Li şûna dermanên giran, em weke bijîşkên malbatî van tiştên li jêr pêşniyar dikin;
- Rahênanên nefesê (Atemübungen): Bêhna xwe bi kurahî berdin û bigrin:
- Vexwarina av/çay: Av û çay têr vexwin da ku qirik (gewrî) ziwa nebe û belxem nerm bibe.
- Istirehet û xew: Beden hewceyî enerjiyê ye da ku şerê vîrusê bike.
- Hingiv: Lêkolîn nîşan didin ku xwarina kevçiyek hingiv (ji bo zarokên ji 1 salî mezintir û mezinan) dikare kuxikê sivik bike û qirikê nerm bike.
- Sebir: Kuxika piştî grîpê dikare heta 3 an 4 hefteyan bidome. Ev tiştekî normal e. Şerbetên kuxikê (Hustensaft) yên kîmyewî piranî bandoreke mezin nakin. Li şûna wan, dermanên gîha yên xwezayî (Phytotherapie) yên wekî zembûr (Thymian) an laflafok (Efeu) carinan dikarin bibin alîkar.
Kengî Divê Hûn Biçin Cem Bijîşk? (nîşanên hişyariyê / red flags)
Her çend kuxik piranî bêzerar be jî, hinek nîşan hene ku divê hûn tavilê biçin cem doktor. Li gorî DEGAM, ev nîşanên hişyariyê ne:
- Bêhntengî: Heke hûn nikarin bi hêsanî bêhnê (nefesê) bistînin.
- Xwîn: Heke di nav tûka we an belxema we de xwîn hebe.
- Tayê (agirê) bilind: Heke taya we pir bilind be û piştî çend rojan danekeve.
- Êşa giran: Êşa sîngê ya ku naçe.
- Lawazbûn: Heke hûn di demeke kurt de kîloyan winda bikin.
- Dem: Heke kuxika we ji 8 hefteyan zêdetir bidome.
Kuxik bi piranî "mêvanekî nebaş" e ku divê em demekê tehemûl bikin. Dermanê herî baş dem, pratîka bêhnvedanên kûr û şilemenî (av) ye. Antîbiyotîkan tenê bi şîreta bijîşk bi kar bînin.
Heke gumanên we hebin an rewşa we xirabtir bibe, bê guman serî li bijîşkê xwe yê malbatê bidin.
*Serhed Sönmez / Pisporê Bijîşkiya Giştî û Malbatê (Facharzt für Allgemeinmedizin)
Ev nivîs li gorî rêbernameyên DEGAM (Komeleya Almanî ya Bijîşkiya Giştî û Malbatê) hatiye nivîsandin û bi ti awayî şûna serdana bijîşkî nagire.








