Kolera li Hewlêrê jî belav dibe

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 21:39

  • Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand ku li parêzgeha Hewlêrê 13 kesên bi şewba kolera ketine, hatine tesbîtkirin û niha çare û dermankirinên pêwîst ji bo wan tên kirin.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand ku li parêzgeha Hewlêrê 13 kesên bi şewba kolera ketine, hatine tesbîtkirin û niha çare û dermankirinên pêwîst ji bo wan tên kirin. Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dilovan Mihemed daxuyaniyek da çapemeniyê û got, “Ew kes hemû welatiyên Hewlêrê ne. Heta niha gelek gav hatine avêtin ji bo ku rêgirî li belavbûna vê nexweşiyê were kirin.” Dilovan Mihemed ji welatiyan xwest ku li ser tendirustiya xwe agahdar bin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.