Menal her têkoşiya

Pêncşem 12 Çile 2023 - 00:44

  • Birayê şehîd Menal: Birayê min mirovekî fedekar bû. Di girtîgehê de gelek êşkence lê hat kirin. Gava em diçûn girtîgehê cem wî, tim bi moral bû. 43 salan bênavber têkoşiya. Heya kêliya dawî jî têkoşiya.

Rêveberiya Xweser a Şengalê, di 4'ê Çile de ragihand ku şoreşger Menal Mêrdîn (Mehmet Emîn Karatay) di 2'yê Çile de li bajarokê Tilezêrê yê ser bi Şengalê, di encama reşkujiyekê bi hevkariya Tirkiye û PDK'ê de şehîd bûye. 

Karatay sala 1959'an li gundê Tinatê yê Nisêbîna ser bi Mêrdînê hatiye dinê. Qismekî malbata wî ji ber rewşa aborî di salên 1970'yî de koçî Izmîrê kiriye. Karatay jî ji bo bixebite, sala 1976'an çûye Izmîrê. Karatay di 17 saliya xwe de çûye Izmîrê, li cem nanpêjan xebitiye û carinan jî simît firotine. 

 

Ji leşkeriyê fîrar kir tevlî PKK’ê bû 

Karatay du salan li Îzmîrê dixebite, ji bo leşkeriya mecbûrî çûye Qersê. Birayê wî Ramazan Karatay sala 1979'an li dijî tahde û asîmîlasiyona li ser Kurdan tev li nava refên PKK'ê dibe. Mehmet Karatay jî 10 rojan destûrê ji leşkeriyê werdigire û diçe Izmîrê. Gava diçe Izmîrê, çûna birayê wî Ramazan Karatay, bandorê lê dike û ew jî tev li nava refên PKK'ê dibe. Êdî ew Menal Mêrdîn e. Menal Mêrdîn 8 salan paşê, sala 1987'an li Êlihê tê girtin. 

 

25 salan di girtîgehê de ma 

menal Mêrdîn, piştî ku li Êlihê tê girtin, wî dişînin Girtîgeha Amedê. Li vir bi awayekî dijwar êşkence li Menal Mêrdîn tê kirin. Kesên êşkence lê kirine, tiliyên wî şikandin û neynokên wî rakişandin. Ji ber ceyrana ku dane laşê wî, wî nikaribûye tiliyên xwe bilebitîne. menal Mêrdîn ji ber vê êşkenceyê miracaetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da û DMME'yê ji ber êşkenceya lê hatiye kirin Tirkiyeyê mehkûmî dana tezmînatê kiribû.  

Menal Mêrdîn 25 salên xwe li girtîgehên li Êlih, Amed, Mêrdîn, Bûrsa, Çanakkale, Aydin, Nazilî, Izmîr û Amasyayê bihurandin. 

 

Bû rêwiyê Şengalê 

Ramazan Karatay, birayê Menal Mêrdîn, di sala 1987'an de li Mêrdînê û biraziyê wî Kerîm Karatay jî sala 2010'an li Şirnexê di şer de şehîd bûn. 

Menal Mêrdîn, gava di sala 2013'an de ji girtîgehê der ket, biryarê dide ku li bajarê xwe Nisêbînê bimîne û heya sala 2016'an li vir dimîne. Lê piştî ku DAIŞ´ê di sala 2014'an de êrişê dibe ser Şengalê û hewl dide bi fermana xwe Êzidiyan qir bike, Menal Mêrdîn ji malbata xwe re dibêje, ew dixwaze biçe Şengalê û li wir piştgiriya civaka Êzidî bike û wan ji nêz ve nas bike. Menal Mêrdîn, sala 2016'an diçe Şengalê û li wir li ser çand û baweriya Êzidiyan hûr dibe û hewl dide pirtûkekê binivîse.  

Menal Mêrdîn berî ku pirtûka xwe temam bike, li mala ku lê dima bi reşkujiyê hat qetilkirin. 

 

Jiyaneke şoreşgerî 

Birayê wî Huseyîn Karatay û biraziyê wî Mûstafa Karatay behsa wî kirin. 

Huseyîn Karatay anî ziman ku birayê wî Menal her tim bi hêviya aştiyê jiyaye û her kesî jê hez kiriye; "Birayê min mirovekî fedekar bû. Di girtîgehê de gelek êşkence lê hat kirin. Lê her tim li dijî vê têkoşiya. Birayê min di salên 90'î de li dijî zext û çewisandinan ket grevên birçîbûnê. Gava daxwazên wan nehatin qebûlkirin greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Gava em diçûn girtîgehê cem wî, tim bi moral bû. Hevalên wî pirr hez jê dikirin. 43 salan bênavber têkoşiya. Heya kêliya dawî jî têkoşiya." 

 

Hertim bi moral bû 

Biraziyê Menal Mêrdîn, Mûstafa Karatay diyar kir ku çûye girtîgehê cem apê xwe û got, "Min apê xwe li Girtîgeha Dîlokê nas kir. Her cara min ew didît bi moral bû. Tim digot, divê hûn jî bi moral bin. Meraqa wî ya ji bo xwendinê zêde bû. Ji ber vê tim di nava hewldanan de bû." 

 

Ev êriş li dijî gelan e 

Mustafa Karatay diyar kir ku apê wî zilma li Êzidiyan bûye, qebûl nekir û got; " Apê min têkildarî Êzidiyan li ser pirtûkekê hûr bûbû. Lê kete ber reşkujiyê.  Çendî kiryarê wê hê nediyar be jî, lê em vê êrişê wekî êrişa li dijî pênûsê, gotinê, mirovan û gelan dinirxînin. Gelê me divê li dijî vê hîn bêtir banga xwe ya ji bo aştiyê bilind bike. Em tenê bi vî awayî dikarin bi ser bikevin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.