Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ a bi pêşengtiya jinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî, ji Îlona sala borî  ve berdewam e. Ji ber şideta rejîma Îranê ya ji bo çewisandina serhildanê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Melîka Borcî ya 12 salî ku beriya zêdetirî 3 mehan li Kerecê bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de zarok jî di nav de gelek kes bi guleyan hatin qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN