- Meclîsa Nûneran a DYE’yê pêşnûmeya daxwaza gemkirina Tirkiyê qebûl kir.
Pêşnûmeya Qanûna Rayekirina Parastina Neteweyî (NDAA) ya bihayê 740 milyar dolarî ya li hember kirîna sîstema parastinê ya S-400 a Tirkiye ji Rûsyayê li Meclîsa Nûneran bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
Li Senetoyê jî eger ji sê paran du zêdetir bi piranî bê erêkirin, mafê vetokirina pêşnûmeyê ya ji aliyê Serok Donald Trûmp ve jî ji holê radibe. Çav li rê ye ku Seneto pêşnûmeyê di nava hefteyekê de bixe dengdanê.
Hinek ji pêkanînan wiha ne: Bidawîkirina desteka hawirde-hinarde, nedayîna kredî ya ji saziyên darayî yên DYE û navneteweyî, nedayîna destûra rasterast a kirîn-firotinê ya Bankaya Navendî ya DYE a ji saziyên darayî, qedexekirina kirîn-frotina li ser dowîzê.
NAVENDA NÛÇEYAN