Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê 14’emîn Kongreya xwe ya asayî bi tevlîbûna delegeyên xwe yên parlementer, komun û navenda civakê lidar xist. Hevserokên nû yên meclîsê hatin hilbijartin.  Di kongreyê de nûnerên Meclîsên Gelê Kurd ên Brîtanyayê, Skoçya û Gallerê, komunên bajaran û nûnerên PYD, PJAK û KCDK-E ya Başûr amade bûn.

Di dengdana kongreyê de ji Bakurê Kurdistanê Seyît Suruç û ji Rojhilatê Kurdistanê Aso Kerîmî ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hatin hilbijartin.

Piştî hilbijartina hevserokatiyê, di nava desteya Civaka Azad de ku nûnertiya çar parçeyên Kurdistanê dike, meclîsek ji 6 kesan hate avakirin. Di kongreya ku komîsyona dîsîplîn û venihêrtinê ji nû ve hat avakirin de, komîsyona perwerdeyê jî hat avakirin. 

LONDON