Mayînan hezar 938 kes mexdûr kirine

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 00:31

  • Li Kolombiyayê di nav pênc salên dawî de ji ber teqemenî, mayin û bermayiyên teqemeniyan, 229 kes mirine û hezar 709 kes jî birîndar bûne.

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC), diyar kir ku di nav pênc salên dawî de li Kolombiyayê ji ber teqemenî, mayin û bermayiyên teqemeniyan, 229 kes mirine û hezar 709 kes jî birîndar bûne.

Di rapora ICRC’ê de hat gotin, li Kolombiyayê zêdebûna mirin û birîndarbûnên ji ber teqemeniyan, cihê mêtirsiyê ye.

Mexdûrekî teqemeniyan jî tev li civîna ragihandina raporê ji çapemeniyê re bû. Orlando Balcarcelê  ji teqîneke sala 2000’î filitiye, wî got: ‘’Em teqemeniyan nabînin, lê dizanin ku li wê derê ne. Ev trawma ye, dijminekî nepen e.”

Li gorî raporê, ji sala 2018’an ve ji ber mayinên antî-personel, bombe û bermayiyên teqemeniyan 229 kes mirine û hezar û 709 kes jî birîndar bûne.

Mexdûrê mayinekê, Barcarcele got, ew ji tirsan ne dikarin heywanan xwedî bikin ne jî bi çandiniyê re mijûl bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.