- Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê ji bo nîşandayina nerazîbûna li hemberî bipêkirinên hiqûqî yên rejîma Îranê pêr jî daketin qadan.
Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê ji bo nîşandayina nerazîbûna li hemberî bipêkirinên hiqûqî yên rejîma Îranê pêr jî daketin qadan.
Ji ber giranbûyîna nirxê kelûpelên jiyanê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye û di nava hejariyeke giran de rojên xwe diborîne. Yek ji wan para civakî jî mamoste û xebatkarên perwerehiyê ne ku hema bêje ji sala bihorî heya niha li dijî binpêkirinên mafên xwe, bê edaletî û girtin û destgîrkirina hevalên wan ên ji aliyê rejîma Îranê ve li qadan in.
Di vê çarçoveyê de mamosteyên bajarên Sine, Merîwan, Tehran, Erak, Lendê, Şîraz, Lengrûd, Ehwaz, Kirmaşan, Deştê Fars, Hemedan û Kerec ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û bi mîtîng û xwepêşandanan nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Di xwepêşandana li Kerecê de hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û bi lêdanê herî kêm 15 mamoste destgîr kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN