Mamosta Mistefa Îlxanîzade ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, li bajarê Bokanê hate girtin û xistin nezaretxaneyê.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê mamostayê zimanê Kurdî û serokê Peymangeha Rewşenbîrî û Perwerdeyê Mistefa Îlxanîzade, li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî ku mamosta Mistefa hatiye girtin, hêzên rejîmê kel û pelên wî jî bi xwe re birine. Nayê zanîn bê ka mamosta Mistefa ber bi ku ve birine.

ROJNEWS/SILÊMANÎ