Serokê Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê, mamoste Fevzî Ozmen doh berê sibehê çû ber dilovaniya xwedê. Ev demeke dirêj bû Fevzi Ozmen ji ber nexweşiya pençeşêrê derman dibû.
Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê bi daxuyaniyekê, wefata mamoste Fevzi Ozmen ragihand: “Em vê sibehê bi agahiyeke xemgîn hişyar bûn. Mamosteyê me yê hêja Fevzî Özmen xatir ji me xwest û koça dawî kir!”
Înstîtûtê di dewamê de got, “Em wek rêveber û hevalên wî yên Înstîtûta Kurdî, sozê didin ku em ê şopdarên van xebatên wî yên watedar û girîng bin. Em ê vê meşa wî ya pîroz heta dawiyê bênavber bidomînin.”
Ozmen aborînas bû, belê di heman demê de ji ber hezkirina zimanê Kurdî, herî zêde xizmet ji bo hînkirina Kurdî kir. Wî bi deh salan Kurdî hînî gelek kesan kir û mamosteyên Kurdî jî gihandin.
Mamoste Fevzî Ozmen, sala 1943´yan li hêrêma Serhedê, li navçeya Çatê ya ser bi Erziromê, li gundê Soraxê ji dayîk bûye. Wî Dibistana seretayî li gundê Barmasa Çatê, dibistana navîn û ya amadeyî li Erziromê xwendin. Li zanîngehê jî wî aborînasî xwend.
Di nava rêxistinên rewşenbîriya Kurd ên li derveyî welat de ji destpêkê ve bi awayekî çalak cihê xwe girt.
Fevzi Ozmen wekî din, Serokê Rûmetê yê Mamosteyên Kurdistanê bû û endamê PEN’ê bû. .
Fevzi Ozmen li ser rêzimana Kurdî pirtûkên dibistanê nivîsandine. Wî her wiha romana bi navê Siya Şikestî jî nivîsandiye.
Îro di navbera saet 14:00 û 16:00´an li Hagenê, wê merasîmeke cenaze ji bo Mamoste Fevzî Ozmen bê kirin. Saet 17´an jî wê li ber Înstîtuta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê jî wê merasîmeke kurt bê kirin. Piştî wê cenazeyê Fevzî Ozmen ji bo ku li gundê lê ji dayik bûye, bê veşartin wê bê birêkirin.
Merasîma bioxirkirina mamoste Fevzi Ozmen wê li navnîşan li jêr bê lidarxistin:
Dogan Arena
Hochofenstraße 24
58135 Hagen
Navnîşana merasîma saet di 17.00´an a li navenda Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî jî li jêr e:
Virchowstraße 1
40225 Düsseldorf
HAGEN