Mafên Êzîdiyan misoger in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:26

HINAR ÎBRAHÎM / ANHA / HESEKÊ

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12’ê Kanûnê Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kir û kete meriyetê. Di hevpeymanê de mafên pêkhateyên Rêveberiya Xweser tên misogerkirin. Di madeya 41’an de hatiye gotin ola Êzdayetiyê, oleke serbixwe ye, ji mafê bawermendên wê ye ku taybetmendiyên xwe yên olî, civakî, çandî ji pişaftinê û qirkirinê bi rêya saziyên xwe û yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên têkildar biparêzin.

Têkildarî girîngiya Hevpeymana Civakî di parastina mafên Êzîdiyan de, endamê Meclisa Rêveberiya Mala Êzîdiyan a kantona Cizîrê Farûq Tozo got:"Piştî nîqaşên demdirêj, Hevpeymana Civakî hate erêkirin. Li ser vê esasê, di hevpeymanê de mafên pêkhateyên herêmê di nav de Êzîdî ku di serdema rejîma Sûriyeyê de mafê xwe yê herî jirêzê bi dest nexistibûn, hatin misogerkirin."

Tozo diyar kir ku mîna pêkhateyên din ên herêmê, Mala Êzîdiyan jî tevlî nîqaşên sazkirina Hevpeymana Civakî bûbû û got:"Hevpeymana civakî, mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.