Mafê hêviyê mafekî mirovan e

Nûçeyên Dîaspora

În 14 Cotmeh 2022 - 01:40

  • Ji parêzerên dixwazin biçin Îmraliyê Barbara Spinelli got, me jî weke parêzerên Ocalan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Mafê hêviyê ne xewnek e, ew mafekî mirovan e. Ji bo vê çi lazim be em ê bikin. 

SERHAT ARARAT/STRASBOURG

 

Çalakiya rûniştinê ya ku li ser banga Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên li Ewrûpayê (KCDK-E) îro di roja xwe ya çaran de bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê bi dawî bû.

Gelek nûnerên rêxistin û derdorên navneteweyî jî destek dan çalakiyê. Di nava wan de nûnerên Sinn Fein a ji Îrlandayê, parêzerên Ocalan, Tevgera Sosyal Demokrat a Qibrisê, nûnerên ji Katalonyayê jî hebûn. 

Parlamenterê Sinn Feinê, Paul Gavan got, ew ji bo piştgiriyê hatine û wiha peyivî: “Rejîma Tirk mafê mirovan û demokrasiyê nas nake. Em pişta têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd digirin.”

 

Em bi we re têdikoşin

Parlamenterê Tevgera Sosyal Demokrat a Qibrisê Konstantinos Efstathiou jî got, nabe ku mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan bêastengkirin: “Ez rêzê ji têkoşîna we re digirim. Miletê Kurd xwedî têkoşîneke bi rûmet e û her kes vê dibîne, pê dizane. Ji bo azadî û mafê hêviyê yê Ocalan pêk were, em jî weke we amade ne çi ji destê me bê, bikin. Nabe ku Ocalan ev qasî dirêj dîl bê girtin.” Wê her wiha got, di vî warî de mafê mirovan tên binpêkirin.

 

Nabe ku bê qebûlkirin

Parlamenterekî din ê ji Îrlandayê, Thomas Pringle jî got, “Hêviya me heye ji bo Ocalan û girtiyên din. Ev rûmeteke ji bo min ku li vir bi we re me. Li Îrlandayê, alî hemû bi qedrzanînê li we dinihêrin.”  

Parlamentera Katalonyayê Laura Castel i Ford jî got, nabe ku tecrîdkirina Ocalan û zexta li wî tê kirin, bê qebûlkirin:“Ji Katalonyayê em ê bi awayê herî xurt piştgiriya bi we re dewam bikin”.

Em ê biçin Îmraliyê 

Ji Yekîtiya Parêzerên Demokratîk ên Ewrûpayê, Barbara Spinelli ya Îtalçî jî got, “Me weke parêzerên Ocalan, daxwaza xwe ya dîtina Ocalan da dewleta Tirk. Em dixwazin rewşa Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, li cihê cih bibînin û lêbikolin. Nexasim van 3 salên dawiyê tecrîd gelekî hatiye şidandin. 750 parêzeran daxuyaniyeke hevpar da. Divê em azadiya Ocalan bi ser bixin. Lazim e Tirkiye erkeke bêkêmasî bide CPT´ê û CPT jî bi erka xwe rabe, wezîfeya xwe bike. Ji bo eşkerekirina raporê ev şert e. Em jî weke parêzerên Ocalan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Mafê hêviyê ne xewnek e, ew mafekî mirovan e. Ji bo vê çi lazim be em ê bikin.”

CPT berpirs e

Li ser navê Tevgera Ciwanên Kurd a li Ewrûpayê jî hat gotin, “Li welatên em lê, ji me re digotin, welatekî we bi navê Kurdistanê nîne. Bi saya serê Rêber Ocalan em hene. Ciwanên kurd di nava sîstemekê de gihandin. Ocalan ev asîmîlasyon xera kir. Pêdiviya gelê Kurd bi Ocalan heye. Berpirsê esasî di serbestnekirina wî de CPT ye. Em bang li we dikin ji bo azadiya Ocalan zend û bendan vemalin.”

Çalakî “bi sloganên Bijî Serok Apo" û “Ciwan Fedaîyên Reber Apo ne” dewam kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.