Macron dewleta Tirk aciz kir

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 04:16

  • Mesele bû Kurd, dewleta Tirk dîsa xwe dîn û har kir.  

Piştî ku di salvegera 9'an a Şoreşa Rojava de yanî 19'ê Tîrmehê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron heyeta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir mêvan, dewleta Tirk xwe aciz kir. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewleta Tirk, Tanju Bilgiç civîna heyeta payebilind a ji Rojava a bi serokatiya Îlhan Ehmed, protesto kir û îdîa kir ku "peywendiyên dewam dikin ên Fransayê" bi Rojava re "tehlûke ye ji bo ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê."

Piştî civîna heyetê bi Macron re, çapemeniya Fransî got, serokkomariyê ji bo civînê girîngiya gotiye, "pêwîstiya ji bo karkirina ji bo îstîqrara siyasî li bakurrojhilatê Sûrî û hikûmkirina xelkê dixe nava xwe heye."

Me jî doh bi nûçeya xwe ragihandibû ku Macron di civînê de gotiye, ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava di warê eskerî û siyasî de dewam bike.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.