- Veganên Kurdistanê: Em ê hewl bidin ku vê pirsgirêkê ji holê rakin, rastrerast bi Kurdî û naverokên resen amade bikin. Em dixwazin li gorî çand, ziman û şertên welatê xwe behsa veganîzm û hawîrnasiyeke civakî bikin.
DÎLAN KARACADAG
Beriya demeke kurt li ser medya civakî komeke bi navê Veganên Kurdistanê damezrandina xwe ragihand û dest bi belavkirina hin vîdyoyan kir. Em ji endamên vê komê Gernas Nenas re peyivîn û me ji wan pirsî ka veganên Kurdistanê kî ne. Helbet me pirsên klîşe yên weke “ma ji Kurdan vegan û vejetaryan çêdibin?” jî bi bîra wan xistin. Ew dibêjin, “Ma em ne Kurd in? Em jî li Kurdistanê mezin nebûne? Em dibêjin astengiya me ya herî mezin ne Kurdbûn e. Sekna li dijî guherandina tiştên ku em elimînê û rewşa Kurdistanê astengên mezin in.”
Çima hewceyî bi “Veganên Kurdistanê” heye?
Bi rastî pêşî yekê ji me li ser Twîtterê tweetek parve kir, ji bo ku bi veganên Kurd re bikeve têkiliye. Piş̧tî vê yekê me komek li ser WhatsAppê vekir û demekê şûnda me komeke din ji Baş̧ûr nas kir. Navê wan “Kurdistan Vegan Organization” bû û wan ji me re got, komeke me ji Bakur jî heye. Me bi wan re jî têkilî danî û me “Veganên Kurdistanê” ava kir.
Îcar em bên ser mijara hewcebûna Veganên Kurdistanê. Dema tu lê dinêrî, li temamê dinyayê gelek sazî û komeleyên veganan hene û her kes bi zimanê xwe behsa veganîzmê, vejetaryaniyê dike. Lê bi Kurdî naverokeke wisa tine. Kurdek vegan dema tiş̧tekî meraq bike, mecbûr e bi zimanên din lêkolînê bike bê ka çi ye, divê çi bike. Herwiha her kes dema van naverokan bi kar tîne li gorî gelê xwe, çand û jiyana miletê xwe van naverokan amade dike. Em ê hewl bidin ku vê pirsgirêkê ji holê rakin, rastrerast bi Kurdî û naverokên resen amade bikin. Em dixwazin li gorî çand, ziman û ş̧ertên welatê xwe behsa veganîzm û hawirnasiyeke civakî bikin.
Te dît, dibêjin, “Kurd her goş̧t dixwin”. Îcar, rexneyên çawa li we dibin?
Rexneyên ku hatine bi piranî wekî hev in. Yan dibêjin em nikarin bêgoş̧t an bêşîr bijîn, yan jî dibêjin veganîzm fikreke bûrjûvayî ye û hûn populîst in.
Em jî dibêjin, tiş̧ta ku Kurd bêyî wê nikarin bijîn, ziman û azadî ye. Çima qey genetîk, kod û fonksiyonên Kurdan ji yên gelên din cudatir in? Em dikarin bêgoş̧t bijîn, ma çima em nikaribin? Dema mirov bielime tiştekî dev jê berdan zehmet e, ji bo me jî wa bû. Çîroka me ya destpêkirina midbexeke din zehmet bû lê dema ku mirov bizane kesên dikevin vê rêyê, ne tenê ji bo xwe dike, herwiha ji bo cîhan, xweza, ajal û tendûristiyê dike, mirov dikare her tiştî hal bike.
Mijara duyemîn jî veganîzm, wekî ku fikreke burjuvayî be, qebûl kirine. Ji ber ku gelek veganên nijadperest hene, serdestiya li ser ajalan dibînin lê xwe li ya li dijî Kurdan kerr û kor dikin. Lewma veganîzm li ber çavê Kurdan reş bûye. Veganîzm ne tiş̧tekî burjuvayî ye, bes fikreke felsefî û polîtîk e. Ma em ne Kurd in? Em jî li Kurdistanê mezin nebûne? Em dibêjin astengiya me ya herî mezin ne Kurdbûn e. Sekna li dijî guherandina tiş̧tên ku em elimînê û rewşa Kurdistanê astengên mezin in.
Kî we dişopîne, kî pişta we digire?
Bi rastî di nav şopînerên me de mirovên ji her temen û zayendî, û kesên queer ku xwe wekî bêzayend jî bi nav dikin, hene. Lê pirraniya wan kesên Vegan û Vejetaryen, femînîst û xwezaparêz in. Veganeke Ingilîz jî ketibû şopa me û gelek ji me kêfxweş̧ bû. Bi pirranî Kurd in. Gelek Tirkên Vegan jî vîdeoyên me parve kirin û ji bo me doza piş̧tgiriyê kirin. Herî zêde ji Stenbolê me diş̧opînin. Piş̧tî wê bi rêzê Amed, Batman, Wan û Mêrdîn tên. Li Amedê alternatîfên kesên vegan û vejetaryen zêdetir in, dibe ku bandora vê yekê hebe.
Sibe, dusibe hûn ê çi bikin,?
Ji bo destpêkê em dixwazin programeke xwarinên vegan li ser YouTubeê bidin destpêkirin. Piştî wê em dixwazin li Kurdistanê kampeke vegan yan jî foruman li dar bixin. Wergerên ji hawîrnasên cihanê yên wekî Murray Bookchin bikin. Em ê malpera xwe vekin, nivîsên xwe yên derheqê ceribandina li ser ajalan, sîrk û akvaryûm û hwd. de biweşînin.
Em hemû ne xwendekar in. Kesên beriya bi 6 salan, bi 10 salan bûne vegan hene. Em dizanin em çi dixwazin û heke astengî dernekevin pêşberî me, em ê bi profesyonelî kar bikin.
Vegan ji Kurdistanê
Li ser pirsa “Veganên Kurdistanê” kî ne? Ev komeleyek e, înîsiyatîfek e, çi ye?, Gernas Nenas got, “Em komek in, ji çend kesên vegan û vejetaryen pêk tên û hatine cem hev in. Derbarê jiyanê de nihêrîneke me heye, em dixwazin behsa vê bikin. Ji bo vê jî me biryar da em torên civakî yên înternetê bi kar bînin. Kesên bixwazin derbarê van mijaran de fikrên xwe parve bikin dikarin têkilî jî bi me re deynin û em bi hev re bimeşinin. Ne hewce ye bibin endam jî. Em ji du koman pêk tên. Komek li Amedê, yek jî Stenbolê ye. Li Izmîr û Wanê jî endamên me hene. Me niha bi 17 kesan dest pê kiriye. Lê bala me li ser xwezaya Kurdistanê ye û em ê ji bo parastina xwezaya welatê xwe hewl bidin.”