Lîstika serpêhatiya şanoya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Adar 2022 - 00:49

Komaya Şanoyê ya Teatra Jiyana Nû li Stenbolê, bi lîstika Kurdî "Lîstik”ê li Hola Modayê ya li navçeya Kadikoyê ya ser bi Stenboê îro derdikeve pêşberî şanohezan. 

"Lîstik" ji aliyê şanoger Omer Şahîn, Rugeş Kirici û Cîhad Ekîncî ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê jî Ferhat Feqî ye. Bi Omer Şahîn, Rugeş Kirici û Cîhad Ekîncî ku lîstikê nivîsandine re şanoger Sadik Tûnç, Erhan Mîr û Zeycan Ateş jî di lîstikê de cih digirin. 

Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Omer Şahîn, derbarê “Lîstik”ê dibêje, berhema endamên Teatra Jiyana Nû ye û dema pandemiyê li gel hevalên xwe Rugeş Kirici û Cîhat Ekîncî wan senaryoya wê nivîsandiye. 

Şahîn, da zanîn ku lîstik bi pirranî qala astengkirina çîroka şanoya Kurdî dike û got, "Me pirsgirêkên şano û şanogerên Kurd bi awayekî komedî anîn ziman. Şanoya Kurdî ji salên 1990’î ve bi astengî û qedexeyan re rû bi rû ye. Ji ber Kurdî pisgirêkên cûr bi cur derdikevin û carna jî holan nadin me. Di warê sîyasî û civakî de gelek tiştên ku hatine serê şanoya Kurdî hene. Me jî ew bi awayekî îronîk kirin mijara lîstika xwe."

Şahîn wiha qala naveroka lîstikê kir: "Komeke şanoya Kurdî heye û ew koma şanoya Kurdî dixwaze destana Kurdî derxe ser dikê. Di listîkê de lîstikvan têdikoşin ku lîstikê bigihînin temaşevanan. Di nav lîstikê de lîstik mijareke cuda ye. Temaşevan tê li provaya şanoya Kurdî temaşe dike. Du lîstik di nav hev da ne, hevalên me di lîstikê de dixwazin lîstika Derwêş û Edûle bilîzin û beriya lîstikê pisgirekan tînin ser dikê."

MA/STENBOL

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.